Ji bo Coşkûnê ji ber îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da çalakî 2020-11-28 16:15:37 STENBOL - Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê, ji bo Mehmet Şerîf Coşkûn ê li Kadîfekaleya Îzmîrê ji ber îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da bû çalakî li dar xist.    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, ji bo Mehmet Şerîf Coşkûn ê li Semta Kadîfekale ya navçeya Konak a Îzmîrê di encama îşkenceya Yekîneyên Polîsên bi Motosîklet (Yûnûs) de jiyana xwe ji dest da bû çalakiya şermezarkirinê li dar xist. Çalakî li pêş avahiya partiyê hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê Mûsa Pîroglû, Dîlşat Canbaz, Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci, gelek welatî û ciwan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Hûn mafdarin ji ciwanan bitirsin! Lê hûnê nekarin bi qetilkirinê tune bikin” hat vekirin û dirûşmeyên “Wê ciwan ji qatilan hesap bipirsin” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin berzkirin.    ‘RÛPOŞA DEWLETÊ KET’   Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avci, di çalakiyê de axivî û ev peyam da: “Bi hinceta Şerîf rûpoş ne daniye ber rûyê xwe kuştin. Rûpoşa vê desthilatdariyê ji berê de ketiye. Em vê yekê ji welatiyên li Wanê ji helîkopterê avêtin dizanin. Mehmet Şerîf bi awayekê hovane hat qetilkirin. Polîsan cînayet kirin. Dewlet berpirsê van cînayetên wiha ye. Emê hesabê van bêhiqûqiyan her tim bipirsin.”    Hevserok Elîf Bûlût jî, da zanîn ku her çar aliyên welat veguheriya qereqol û girtîgehên servekirî û wiha got: “Dixwazin împaratoriya zilm û tirsê li tevahiya welat belav bikiln. Êdî rewş wisan bûye di kolanan de mirovan qetil dikin. Êdî tehemûla me ji kuştina ciwanekê bi tenê re jî,nema ye. Emê li dijî vê faşîzmê têkoşîna xwe hevpar dewam bikin.”    Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî, anî ziman ku her roja diçe terora polîsan zêde dibe û wiha bilêv kir: “Va ye em dibînin, terora polîsan ne tenê ciwanên HDP’î qetil dike. Li welat hemû kurd, elewî, karker û jin kirine di hedefa xwe de. Dewlet li dijî gel kiryarên terorê kiriye pratîkê.”   ‘EM Ê SERÎ NE TEWÎNIN’   Evîn Elîtaş li ser navê Meclîsa Ciwanên HDP’ê daxuyanî da û diyar kir ku desthilatdarî çavê xwe li komkujiyên ciwanan digire. Elîtaş, bang li hemû saziyan kir û wiha got: “Ji ber polîtîkayên ne cezakirinê, rayeyên bêsînor ên ji bo polîs û nobedaran hatine dayîn, kuştinên ciwan zêde dibin. Em weke ciwanên kurd, emê tu carî li hemberî komkujiyan serî netewînin. Pergala ku me ber bi mirinê ve dehf dide, me bê pêşeroj dihêle û me ji têkoşîna me ya azadiyê dike, qebûl nakin. Em weke şopdarên Mahîran, Mazlûman û Sakîneyan, em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”    Piştî axaftinan, daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Ciwan wê ji qatilan hesap bipirsin” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” bi dawî bû.