Li Cizîrê 2 ciwan hatin binçavkirin 2020-11-28 16:05:00   ŞIRNEX- Li navçeya Cizîrê di saetên serê sibehê ve polisan bi ser malan de girt û 2 ciwan binçav kirin.     Operasyonên binçavkirin û girtinê yên li hemberî HDP'ê didomin. Îro di saetên serê sibehê de polisan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi ser malan de girt û endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ercan Oguz û welatiyê bi navê Kiyaseddîn Kalkan bi angaşta "endamtiya rêxistinê" binçav kirin. Kalkan, piştî gotin dayîna li dozgeriyê hat berdan. Ogûz hê jî li Miduriyeta Polisan a Cizîrê di bin çavan de ye.