Erebistana Siûdî êdî bi awayekî fermî berhemên Tirkiyeyê boyqot dike 2020-11-28 15:16:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Hinerdekaran a Tirkiyeyê, ragihand ku boyqota Erebistana Siûdî ya nefermî ya li ser berhemên mîna goşt û hêkan a ku bi mehan e didome, ji nîvê vê mehê ve êdî bi fermî bûye.   Meclisa Hinerdekaran a Tirkiyeyê, derbarê qrîza boyqotê ya di navbera Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê de daxuyaniyek da û ragihand ku boyqota Erebistana Siûdî ya nefermî ya li ser berhemên mîna goşt û hêkan a ku bi mehan e didome, ji nîvê vê mehê ve êdî bi fermî bûye. Meclisa Hinerdekaran a Tirkiyeyê, piştî vê gengeşiya di navbera Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê de zehmetiyên ku di şandina berheman a ji bo Erebistana Siûdî de dikişandin rapor dikir.   Li gel ku Erebistana Siûdî ragihandibû ku biryareke wan a fermî ya botqotkirinê li ser berhemên Tirkiyeyê tuneye jî Meclisa Hinerdekaran a Tirkiyeyê, bi peyamekê ji endamên xwe re ragihand ku şandina hin berhemên Wezareta Bazirganiyê ji aliyê Erebistana Siûdî ve hatine rawestandin. Li gorî nûçeyeke ku Reûtersê derbas kiriye; di peyamê de ev tişt hatiye gotin: “Ji welatê me şandina berhemên mîna goştê sor û berhemên wî, goştê spî û berhemên wî, berhemên avê, hêk, hingiv û berhemên wî, şîr û alternatîfa şîrê dayikê yên ji bo Erebistana Siûdî ji 15’ê mijdarê ve hatine sekinandin.”   Meclisa Hinerdekaran a Tirkiyeyê, destnîşan kir ku di 10 mehên destpêkê salê de firotina berhemên Tirkiyeyê yên ji bo Erebistana Siûdî ji sedî 16 daketiye û berjêrî 2,23 milyar dolaran bûye.   Li aliyê din Wezîra Bazirganiyê ya Tirkiyeyê Rûhsar Pekcan, ragihandibû ku boyqoteke fermî ya Erebistana Siûdî li ser berhemên Tirkiyeyê tuneye.   Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî çend roj berê bi Qralê Erebistana Siûdî Selman re bi rêya telefonê hevdîtineke kiribû. Her dû serokan li hev kiribûn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her dû welatan de rêyên diyalogê vekirî bimînin.