ÎHD'ê pirsa bersûcên Ayşenûr Şimşek kir 2020-11-28 14:44:15   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, pirsa bersûcên Seroka Damezrîner a Şaxa Tendurist-Senê ya Enqerê Ayşenûr Şîmşek a di 28'ê Çileya 1995'an de li Enqerê hatibû qetilkirin, kir.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, di çarçoveya dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" de, li avahiya şaxa xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya heftane ya tê dayîn de, ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê Denîz Bayrak daxuyanî xwende. Di daxuyaniyê pirsa bersûcên Seroka Damezrîner a Şaxa Tenduristiyê-Senê ya Enqerê Ayşenûr Şîmşek a di 28'ê Çileya 1995'an de li Enqerê hatibû qetilkirin, hat kirin.    Bayrak, diyar kir ku berî Şimşek bê qetilkirin zext lê dihatin kirin û wiha axivî: "Di Cotmeha 1993'yan de derbarê wê de biryara girtinê hatibû dayîn. Polîsan lê digeriya. Ji ber vê yekê ne dikarî biçe malê. Lê di 24'ê Çileya 1995'an de têkiliya wê ya bi malbatê re ji nişkêve qût bû. Dûre cenazeyê Ayşenûr Şimşek di 29'ê Çileya 1995'an de li ser rêya Kirikkale hat dîtin. Ji nêz ve gule li serê wê û singa wê hatibûn reşandin. Malbatê serî li hemû saziyên dewletê dan, lê tu encam bi dest nexwistin. Ligel vê yekê jî cenazeyê Ayşenûr 3 heftiyan di morgê de rawestandin û bêyî ku agahî bidin malbatê, weke kesê nasnameya wê ne diyar li goristana bêkesan a Kirikkale hat definkirin. Em dixwazin hemû bersûcên Ayşenûr Şîmşek bên darizandin û ceza kirin."