Yûrdatapan: Di tu wijdan û exlaqê de rûxandina goran tune ye 2018-01-16 09:12:38 STENBOL - Parêzvanê mafên mirovan Şanar Yûrdatapan, got ku di tu exlaq û wijdanê de cihê êrîşa li hemberî goristanan tune ye û îktidar bi van êrîşan dawiya xwe tîne.  Li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê Goristana Xerzanê hat rûxandin û 267 cenazeyên lê birin Saziya Tiba Edlî ya STenbolê. Piştî vê li gundê Kolan ê Gimgima Mûşê jî "Gorsitana Îsmaîl Ronahî" ji aliyê leşkeran ve bi makîneyên karî hat rûxandin. Yek ji şahidên Komkujiya Navçeya Basan a Şirnexê ku di 15'ê Çileya 1995'an de pêk hat muzîkjen û parêzvanê mafên mirovan Şanar Yûrdatapan, êrîşa li hemberî goristanan nirxandin. Yûrdatapan destnîşan kir ku di tu ehlaq û wijdanê de cihê van êrîşan tune ye. Yûrdatapan diyar kir ku bi êrîşên li hemberî goristanan fîtkirina civaka kurd tê xwestin. Yûrdatapan got ku ew xwendina pêkanînên ku piştî 198'yî li Girtîgeha Amedê pêk hatin pêşniyarî kesên vê yekê dikin dike û wiha got: "Mirovekî ku ji wê girtîgehê sax derketibe, ji bilî çûyîna wî ya çiyê tu derekî ku biçiyê nemaye."    Yûrdatapan bi bîr xist ku di olê îslamê de dema kesek bimire ew kes nebaş be pirsa "we mehrûm çawa nas dikir" tê kirin kes nabêje "min wî nebaş dizanî". Yûrdatapan got ku li gel vê jî êrîş li hemberî goristanan çê dibin û wiha domand: "Ev edeteke ehlaqiyî ye. Di çanda kurdî de jî, di çanda tirkî de jî û di çanda îslamî de jî ev wisa ye. Lê li vir dev ji xeberdana li pêyî wî berde, hewl didin ji ser axê goran rabikin. Wan ji dîrokê qut dike. Tiştekî wisa ne pêkan e. Ev ne tiştên hestiyarî ne jî. Dema hûn hêrsa kesên hember zêde bikin, hûn wan teşwîqî êrîşê dikin. Vê carê jî wê bê gotin 'te dît êrîşî min kir'. Îktîdara heyî tim behsa îslamê dike, lê bila li pîvanên xwe yên ku îlan kirine binerin. Hela di wan de rêza ji bo mirî û goristanan heye?"    Yûrdatapan, piştî van gotinan balê kişand ser Komkujiya Basanê.    Yûrdatapan ev tişt gotin: "Di komkujiya Basanê de, paşê li ser xwesteka malbatan cenaze dan wan. Wê demê ev tişt, bêtir neçariyî bûn. Ji bo Basanê gotin 'me nekiriye, PKK'ê kiriye'. Lê belê me dît ku ev ne rast e. Dewlet bi xwe ev tişt kir. Hem dikuje, hem jî hewl dide derewan empozeyî vê civakê bike. Di bûyera Basanê de mîzansenek hat çêkirin. Paşê hewl dan wê derewê li gor wê bifesilînin, lê bi ser neketin. Lê îro xemekî wan a wisa tune ye. Dibêjin 'me kiriye.'"    ‘BERTEK KÊM IN'    Yûrdatapan diyar kir ku bertekên li hemberî rûxandina gorên li Xerzan û Gimgimê kêm in û pir di çapemeniyê de dernakevin. Yûrdatapan wiha domand: "Ji bo mirov hay ji van nûçeyan hebe, lêgerîn divê. Rêza mirovên me ji bo cenaze û miriyan heye. Li hemberî bûyerên wisa bê bertek nediman. Lê sedema vê ya herî sereke jî ew e ku serê mirovan bi agahiyên çewt tên dagirtin. Ji ber niha rewşa li Tirkiyeyê ev e, bertek kêm in. Ez bi xwe jî nûçeyan dişopînim, lê min nebihîstibû. Paşê ez geriyam û min dîtin." Her wiha Yûrdatapan destnîşan kir ku îktidar bi van êrîşan dawiya xwe dilezîne.    MA / Sadiye Eser