'Êrîşa li hemberî goristanan xweqedandin e' 2018-01-16 09:12:02 EDENE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku êrîşa li hemberî goristanan tê wateya xweqedandinê û wiha got: "A rast xala dawîn a nexweşîna serdestî û hingofiya dîwanetiya netew-dewletê ye. Ev weziyeta wê ya dînîtiyê derdixîne holê."  Di 19'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê Goristana Xerzanê hatibû rûxandin û 267 cenazeyên tê de hatibûn derxistin û ew biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û di 11'ê Çileya 2018'an de jî li gundê Kolanê yê Gimgima Mûşê gorên 27 PKK'yiyan ji aliyê leşkeran ve hatibûn rûxandin. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen êrîşên li hemberî goristanan nirxand û destnîşan kir ku ev êrîş hem di warê pergalê hem jî di warê rejîmê de tê wateya îlankirina xweqedandinê.    'ÊRÎŞA LI HEMBERÎ GORISTANAN TÊ WATEYA ÎLANKIRINA XWEQEDANDINÊ'    Bîlgen êrîşa li hemberî goran wek îlankirina xweqedandinê nirxand û ev tişt gotin: "Dema mirov li dîroka mirovahiyê dinihêre, yek ji nirxên hevpar jî rêza li hemberî cenazeyan e. Hurmeta ji bo cenazeyan e û divê merasîmên cenazeyan li derveyî her cure hesabên siyasî bi rêzgirî bên pêşwazîkirin. Tu ol û bawerî heqaret, biçûkxistin û êrîşa li hemberî goran qebûl nake. A rast xala dawîn a nexweşîna serdestî û hingofiya dîwanetiya netew-dewletê ye."    Îktîdar êrîşên goristanan jî wek polîtîkaya "ewlehiyê" dinirxîne. Berdevê HDP'ê Bîlgen ji bo vê yekê jî wiha got: "Wek polîtîkaya ewlehiyê ravekirina vê yekê derî aqilan e. Yanî eger we cenaze û mirî wek tehdît bin û wan ji bo rejîma xwe xetere dîtibin û du peyvên li ser kêlikan we qilqilandibe, jixwe hûn qediyan e. Jixwe hûn ê di tu rewşê de xwe ewle hîs nekin."    'ÊRÎŞA LI HEMBERÎ GORAN WEZIYETA DÎNÎTIYÊ DERDIXÎNE HOLÊ'    Bîlgen destnîşan kir ku êrîşa li hemberî goristanan zirarê dide aştiya civakiyî. Bîlgen diyar kir ku vê bêtehamuliya li hemberî cenazeyan nayê qebûlkirin û ev tişt gotin: "Ev weziyeta dînîtiyê derdixîne holê. Ev di civakê de tê wateya şikandina baweriya jiyana bi hev re. Ev helwesteke provakatîf e. Ferzkirina yek tîpî ya li girtîgehan, nêzîkatiya êrîşa li hemberî Efrînê û êrîşên li hemberî cenazeyan tam provakasyon e."