Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in 2020-11-28 09:05:48 STENBOL - Welatiyên 65 salî û di ser 65 salan re, anîn ziman ku ji roja şewb dest pê kiriye heya niha tenê qedexe ji bo wan tên danîn, lê belê ev biryar bandoreke neyînî li tenduristiya wan dike û wan ji civak dûr dixe.    Li Tirkiyeyê ji roja ku şewba Covîd-19'ê dest pê kiriye heya niha, çi qas tevdîr û qedexe hatibin danîn piranî jê derbarê kesên 65 salî û di ser 65 salan re hatine danîn. Welatiyên ku di serdema ewil a şewbê de 3 mehan ji mal derneketin, niha jî ji bo wan qedexeyek din hatiye danîn ku tenê dikarin saet di navbera 10.00-13.00'an de derkevin derve.    ‘ÊN ŞEWBÊ BELAV DIKIN NE EM IN'    Bedrî Yaman ê 70 salî, diyar kir ku welatiyên di ser 65 salan re ji welatiyên din baldartir in û got: "Ji ber ku nexweşînên me jî zêde ne, em hîn bêtir xwe diparêzin. Ên şewbê belav dikin ne em in. Jixwe em pir bi mirovan re danûstendinê nakin."    ‘BILA HER DERÎ BIGIRIN'    Yaman, anî ziman ku di qedexeyên ewil de 3 mehan di mal de mane û niha cardin jî bi hin qedexeyan dikin ku mirovên di ser 65 salan re ji civakê biqetînin. Yaman got: "Li min peyda nebûye, lê hin mirov ji ber netevgeriyê hin nerihetî peyda bûne. Tenduristiya min xirab nebûye. Lê di demên dawî de ez hîn bêtir xwe wekî yên dera han hîs dikim. Mirovên di ser 65 salan re bi tenê hiştin." Yaman ji bo van qedexeyan anî ziman ku ne tedîrgirtin in û got: "Bi derengî xistin û mesele girantri kirin. Heger bikin bila 15 rojan her derî bigirin. Dibe ku ev bi kêr bê. Em ê bi vî awayî pêşî li ber şewbê bigirin."    ‘BANDOREKE NEBAŞ LI TENDURISTIYA ME DIKE'    Alî Lutfu Gencay Yuguk ê 68 salî jî anî ziman ku bi van tevdîran tê xwestin ên wekî wan birizin û got: "Ê min tansiyona çavan bi min re heye û nigê min ê rastê kin bûye. Lê nikarim biçim nexweşxaneyê. Dîsa jî tiştek bi min nehat. LÊ hingî li malê razam, çokên min qels bûne. Em dirizin. Me ji civakê îzole dikin. Bi vî awayî tenduristiya mirovan xirabtir dikin."    ‘NEXWEŞÎ GUH NADE MEZIN Û BIÇÛKAN'    Cevat Kiliç ê 68 salî jî anî ziman ku tevdîrên bi vî awayî nerast in. Kiliç, destnîşan kir ku nexweşîn guh nade mezin û biçûkan û got: "Me ji civakê îzole dikin. Jixwe vê yekê dixwazin. Naxwazin kes keî bibîne. Ev biryareke polîtîk e. Ev ne tevdîrgirtin e. Civak naxwaze nêzî me bibe. Ev tiştekî xirab e. Ev heqareta herî mezin e. Mirovan pasîf dikin."