Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye 2020-11-28 09:03:22 STENBOL - Rewşa girtiyê nexweş Abdûllah Tûran ku ji stû berjêr felcî ye û gelek nexweşîn lê peyda bûne, xedar e. Parêzerê wî Vedat Ece got: "Dibe ku van rojan xebera mirina Tûran bê."  Li Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R'yê rewşa girtiyê nexweş Abdûllah Tûran pir xedar e. Tûran, ji stû berjêr felcî ye û gelek nexweşînên din jî lê peyda bûne.    Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye Tûran. Lê cardin jî nayê berdan. Parêzerê wî Vedat ece ku got bi hevalê wî yê qawîşê ergîn aktaş re hevdîtin pêk aniye, anî ziman ku Aktaş jê re gotiye: "Dibe ku ji nişkave xebera mirina Tûran bigihê we."   4 ROJ IN XWÎN JI DEVA TÊ    Ece, diyar kir ku çar roj berê bi şev Tûran nerihet bûye û wî rakirina Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê û piştî hatiye muayenekirinê derman dane wî û cardin wî şandine girtîgehê. Ece, anî ziman ku lê belê di heman rojê de Tûran cardin nerihet bûye û cardin heman tişt hatine kirin û cardin wî şandinine girtîgehê û got: "Niha di qawîşa karantînayê de ye. Bûtonek bi tiliya wî vekirine. Gava nerihet bibe pêl wê bûtonê dike û alîkariyê dixwaze."    Ece, da zanîn ku roj in xwîn ji devê Tûran tê, gêja wî diçe û nava wî werimiye. Ece got: "Girtiyekî ku ji stû berjêr felcî me, gelek nexweşînên wî hebin û nikaribe bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne çawa di girtîgehê de tê ragirtin?"    NE DOZGER NE JÎ MIDÛRIYETA POLÎSAN BAWER NAKIN    Ece, rapora ATK'ê bibîr xist û got: "Bijîşk, gotiye dibe ku ji ber şert û mercên girtîgehê bimire. Lewma me jî serî li dadgeriya înfazê da ku înfaza wî taloq bike. Lê daxwaza me hat redkirin. Me di ser Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) re jî serî li dozgeriyê da. Ev daxwaza me jî hat redkirin. Me serî li Dadgeha Bilind da û me xwest pêşî li dosyeya Tûran bê nihêrîn. Daxwaza me hat qebûlkirin, lê belê cardin jî biryara berdanê nedan."    Ece, anî ziman ku serî li dozgeriya girtîgehê dane û dozgeriyê jî ji midûriyeta polîsan zanyarî xwestine û got: "Hingî midûriyeta polîsan got 'berdana Tûran dê ji bo civakê bibe xetere' êdî dozgeriyê jî pê bawer kiriye. Yanî ne dozger ne jî midûriyeta polîsan bawer nakin. Herî dawî dozgeriyê di meha Hezîranê de ji midûriyeta polîsan xwest ku nivîsekê binivîse da ku kesekî ji stû berjêr felcî ye dê çawa ji bi civakê bibe xetere. Lê belê 6 meh in midûriyetê bersiv nedaye."    DIBE KU XEBERA MIRINÊ BÊ    Ece, bilêv kir ku hevalê Tûran ê qawîşê Ergîn Aktaş jê re gotiye: "Hema bibêje çend caran mirin."    Ece got: "Diviyabû niha di beşa awarte de bûna û bihata tedawîkirin, lê belê wî bi mirinê re rû bi rû hişine. Aktaş got, êdî li bendê ne ku karmendên revîrê xebera mirinê ragihîne wan. Demildest divê sazî mudaxile bikin. Behsa reformekê tê kirin. Heger reformek bê kirin, demildest divê bê kirin û ewilî divê ji bo girtiyên nexweş bê kirin. Ji lewra rewşa wî pir giran e.  Dibe ku çend roj şûnde xebera mirina Tûran bê. Bi tena serê xwe di odeya karantînayê de ye û nayê tedawîkirin."    Her wiha Ece anî ziman ku komeleya wan ji bo berdana Tûran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daye.    MA / Mehmet Aslan