Li Girtîgeha Sîlîvrî cilan nadin girtiyan 2018-01-15 17:28:29 ENQERE – Li Girtîgeha Silivrî rayedar bi hinceta "Biryara Wezaretê ye" cilan nadin girtiyan. Girtiyan destnîşan kirin ku ev amadekariyên cilên yek tîp dikin.  Li girtîgehan zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibe. Pirtûk, radyo, lênûsk û gelek alav û amûrên girtiyan ji destê girtiyan digirin. Niha jî cilên girtiyan nadin wan. Piştî OHAL hat îlankirin û biryara cilên yek tîp dan, niha armanc dikin ku cilên yek tîp li girtîgehan dixin meriyetê. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa 9 Silivrî dimînin, ji mijdara 2017'an heta niha binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehê kirin rapor û bi riya nameyekê bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kirin. Li ser navê girtiyan Ulaş Îçmez name şand û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan.    GIRTÎ RASTÎ ZEXTÊN FÎZÎKÎ TÊN   * Girtî Hasan Farsak, Huseyin Sungu, Mehmet Manas Doganay, Şerif Turunç û Tahsin Sagaltici di 3'ê Mijdara 2017'an de dema ji dadgehê vedigeriyan bi hinceta kamera girtine girtî rastî lêdanê hatin. Girtiyên serî li dozgeriyê dan. Lê serdozgeriyê biryara bêşopandinê da. Dozger parast ku leşkeran hêza bi pîvan pêş xistiye û bi vî rengî îşkence rewa kirin.    * Yilmaz Viraner di 24'ê mijdara 2017'an de dema ji hevdîtina parêzeran vedigeriya piyê wî li piş wî zîvirandin û îşkence li wî kirin. Dema Vîranek dirûşme berz kirin rastî lêdan û gefa gartiyanan hat.    * Hakan Înci dema ji hevdîtina parêzer vegeriya bi dehan caran rastî lêdan û îşkenceyê hat.    * Gulhan Sagiltici bi awayekî keyfî rastî astengiyan hat û bi destûr nedan bi parêzer re hevdîtinê bikin. Mafê wî yê hiqûqî hatiye desteser kirin.    * Hevdîtinên girtiyan ên bi parêzeran re li cihê girt tên kirin. Li dijî rêgez û mafê veşartinê hevdîtin tê kirin.    * Ji bilî hevditinan destûr nadin ku pereyan razînin.    * Heta 10-15 derbas nebin wan dernaxin revîrê.    WAN DIXIN QAFESÊ YEK ODEYΠ   * Girtî li hewşê 24 saetan bi kamerayan tên şopandin. Ev tecrîd û tacîz e."    * Dema girtî diçin dadgehan kabîneyên rîngan li ser wan ferz dikin. Muameleya hewyanan li wan dikin û bi kamerayan tên şopandin.  Ev li dijî mafê mirovan e û nayê qebûlkirin.    AMADEKARIYA CILÊN YEK TÎP DIKIN'   * Di demên dawî de cilên ji girtiyan re diçin nadin wan. Cilên rengê spî, boz, kahverengi, cûn, hakî lacivert  nadin girtiyan.    * Bi van pêkanînan cilên yek tîp li ser girtiyan ferz dikin. Amadekariyê dikin ku cilên yek tîp têxin meriyetê.    NAMEYAN SANSUR DIKIN   * Girtiyan destnîşan kir ku nameyan nadin girtiyan, Nameyên didin jî sansur dikin.    * Bi hefte û mehan nameyan nadin girtiyan. Divê hemû astengî li pêş ragihandinê bê rakirin.    PIRTÛKAN NADIN GIRTIYAN   * Li hucreyan hêjmara pirtûkan daxistine 10'an. Pirtûk, kovar û rojnameyên ku ziyaretvan dişînin desteser dikin.    * Tevî ku biryara komkirina rojname û kovaran tune ye jî pirtûk, rojname û kovar bi awayekî keyfî tên desteserkirin. Divê bi lez dawî li vê pêkanîna faşîst bînin.