Kesê li avahiya Edliyê ji qatê 3'an, ket birîndar bû 2018-01-15 17:04:19   ÊLIH – Li Êlihê welatiyê bi navê Mîkaîl A. yê ji ber dozek adlî ku ji aliyê dadgehê ve hat girtin, hat îdîakirin ku bi boneya biryara girtinê şermezar bike baz da u ji qata 3’yemîn a Edliya Êlihê ket. Li gorî agahiyên ewil, Mîkaîl A. bi giranî birîndar bû.    Li Êlihê welatiyek bi navê Mîkaîl A. ji ber bûyerek adlî hat binçavkirin. Mîkaîl A. piştî lêpirsînê yên binçavkirinê derxistin Edliya Êlihê ya li taxa Gultepeyê. Piştî Mîkaîl A. îfade da, ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Hat îdîakirin ku Mîkaîl A. bi boneya biryara girtinê protesto bike, dema xwest bireve ji qata 3’yemîn a avahiya Edliyê bi dest kelepçekirî ket xwar. Mîkaîl A. yê ket xwar, bi giran birîndar bû. Li cihê Mîkaîl A. lê ket xwarê xwîna ji laşê wî herikî, pêlav û kelepçeya wî jî hat dîtin.    Hat zanîn ku Mîkaîl A. yê birîndarbû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê.