Bersûcê cînayeta jinê piştî 10 mehan hat girtin 2018-01-15 16:15:41 WAN - Li navçeya Îpekyolu kujerê jina binavê G.A. ya 18 salî, A.B. piştî 10 mehan şûn de hat girtin.   Li Kolana Hîsar a Taxa Hacibekir a navçeya Îpekyolu ya Wanê, jina binavê G.A. ya 18 salî di  1’ê Adara 2017’an hatibû kuştin û cenazeyê wê avêtibûn araziyek vale. Kujerê cînayeta G.A., A.B. serê sibê hat girtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê dayî destpêkirin de, kujer A.B. hat binçavkirin û bi 3 hevalên xwe re derketin pêşberî dozger.      A.B. ê îfadeya wî hat girtin sûcê xwe îtîraf kir. H.Ş.,K.Ş. û H.U. yên bi A.B. re hatin binçavkirin jî lêpirsîna wan a li dozgeriyê didome.