Sancar: Li meclîsê butçeya şer tê niqaşkirin 2020-11-25 13:51:22   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, di ziyareta TMMOB'ê ya di çarçoveya xebaten “Butçeya Gel" de anî ziman ku “Îqtîdar xwedî feraseta polîtîkayên şer e. Bi polîtîkaşên şer hebûna xwe berdewam dike."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên “Butçeya Gel" de ziyaretên xwe yên bi rêxistinên civakî û pîşeyî re berdewam dike. Di vê çarçoveyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Parlamenterên HDP'ê Garo Paylan, Erol Katircioglu û Fîlîz Kerestecîoglu, Yekîtiya Oteyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) ziyaret kir. Heyeta HDP’ê ji aliyê Serokê Rêveberiya TMMOB'ê Emin Koramaz û duyemîn Serokê rêveberiya TMMOB'ê Selçuk Uluata ve hat pêşwazikirin. Di ziyaretê de Serokê TMMOB'ê Emin Koramaz, anî ziman ku HDP aliyê ked û demokrasiyê ye û wiha got: Çavkaniyen TMMOB’ê ji aliyê komên sermayedaran ve tên talankirin û wêrankirin. Aliyê me yê civakî heye. Em alîgirê zanistê ne. Em dixwazin rêveberiyek ku aqil û zanist serdest be hebe."    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar jî li ser armanca civîn û ziyaretên “Butçeya Gel" axivî û wiha got: "Ji bo butçe ji gel re xizmetê bike û gel temsîl bike, em van ziyaretan dikin. Em hem nerîn û pêşniyarên xwe pare dikin û hem jî nerîn û pêşniyaran distînin. Butçeya gel eger xwe bispêre gel wê demê bi wate dibe. Dema em dibêjin butçeya gel, em dibêjin hem naverok û hem jî avakirina wê divê xwe pispêre gel. Lê mixabin di avakirina vê butçeyê de gel tune. Fikr û nerîna gel tune ye.    BUTÇEYA ŞER LI MECLÎSÊ YE   Sancar, anî ziman ku nerîn û fikra rêxistinên ked û pîşeyan tev li vê butçeyê nekirine û wiha got: “Hevalên me yên di Komîsyona Plana Butçeyê de bi taybet ji bo rêxistinên ked û pîşeyî tev li xebatên komisyonê bikin ketin nava hewldanan. Pêşniyar dan. Lê ev pêşniyar partiyên li îqtîdarê red kirin. Em alîgirin ku derdorek fireh tev li van niqaşên butçeyê bibin. Li gorî armancên ku wan bi xwe diyar kirine butçeyekê amade dikin. Dema butçe tê avakirin xwe naspêre gel. Ev butçe butçeya şer e. Ev butçe xîtabî daxwazên gel nake. Li meclîse Butçeya şer tê niqaşkirin. Ev butçe ne ji bo gel ji bo şer tê amadekirin. Çavkaniyên gel ji şer re xerç dikin. Em li dijî vê yekê di her qadê de têdikoşin. Îqtîdar îsrafê dike. Derdorê talan dikin."