Wekilên jin ên HDP'ê: Bila tundiya li dijî jinê bê lêklînkirin 2020-11-25 12:45:05 ENQERE - Wekilên jin ên HDP’ê, pêşniyarnameyên cuda dan meclîsê û xwestin tundî û binpêkirina li dijî jinê bê lêkolînkirin.    Wekilên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê pêşniyarnameyên cuda dan Serokatiya Meclîsê û xwestin tundî û binpêkiran mafên jinan bê lêkolînkirin. Jinan di peşniyarnameyan de anîn ziman ku jin bi tundiya fîzîkî, derûnî, zayendî, aborî û tundiya mêr û dewletê re rû bi rû dimîne û xwest ev tundî bê lêkolînkirin.    Wekilîla HDP'ê ya Mûşê Şevin Coşkun, pêşniyarname da û diyar kir ku di 11 mehên ewil ên sala 2020'an de 285 jin hatine kuştin û wiha got: "Ji ber polîtîkayên bê cezahiştinê tundî zêde dibe. Îro 25'ê mijdarê ye. Em dîsa vê rojê bi tundiya zayendî, derûnî aborî, fîzîkî, mêr û mêr pêşwazî dikin. Ji bo em rê li pêş vê tabloyê bigirin divê em em civakê hişyar û zane bikin. Divê tedbîr bên girtin. Ev erka siyasî û mirovahiyê ye."  Coşkun, xwest ji bo ev tundî bi dawî bibe, meclîs lêkolînê pêş bixe û li gorî peymanên navneteweyî tev bigere.    POLîTîKAYÊN BÊ CEZAHIŞTINÊ   Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî anî ziman ku li dijî jinê tundiya aborî, fîzîkî, derûnî zayendî u tundiya dewletê zêde pêş dikeve û wiha got: "Li Êlihê tecawizkar Çawîşe Pispor Musa Orhan ê faîlê Îpek Er e, bû sedema kuştina wê. Li gel vê yekê tahliye kirin. Ji 5'ê Çile ve Gulistan Doku winda ye. Dîsa bersûcê Doku Zaynal Abarakov hêj nehatiye darizandin. Dîsa li Şirnexê Çawîşê Pispor tecawizî zaroka 13 salî kir. Dixwazin ser vê yekê bigirin. Ev mînak encama polîtîkayên bê ceza hitinê ye. Dundar, anî ziman ku jin bê parastin tên hiştin, hevserokên jin, aktîvîstên jin neheq û bê hiqûq tên binçavkirin û girtin. Ev berhem û polîtîkayên  “Şerê taybet e".  Dundar, xwest meclîs van polîtikayan û van tundiyên li dijî jinê lêkolîn bike.    PIRSGIRÊKÊN JINÊN PENAER    Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî bal kişand ser pirsgirêkên jinên penaber û koçber û xwest meclîs ve yekê bixe rojeva xwe. Gulum, da zanîn ku jinên penaber û koçber bi taybetî di pêvajoya şewba vîrûsa corona de ji mafê tenduristiyê, civakî aobrî û yên din bêpar dimînin. Gulum xwest binpêkirina mafê jinên penaber û tundiya li ser wan li meclîsê bê lêkolînkirin.    DI PÊVAJOYA ŞEWBÊ DE TUNDÎ ZÊDE BÛ   Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun jî destnîşan kir ku di pêvajoya şewba vîrûsa corona de jin bêtir bi tundiyê re rû bi rû dimînin û tundiya li dijî jinan bir rojeva meclîsê. Tosun, anî ziman ku ewlehî û parastina mafê jinê erka dewletê ye û ev pirs ji Wezareta Xizmetên Civakî û Xebaten Malbatê Zehra Zumrut Selçuk pirsî.    “Di pêvajoya şewba vîrûsê de tundiya li ser jinê zêde bûye. Ji bo vê yekê dê tedbîr bên girtin ya na? Tu tedbîrên ku wezareta we girtine heye ya na? Cînayet, tacîz û tecawiza jinê zêde bûye. Têkildarî vê yekê agahiya wezaretê heye ya na. Di Deh salên dawî de çend jin bi tundiyê re rû bi rû mane agahiya we heye? Li dijî van gilî û tundiyê çend mêr hatine girtin? Jinên bi tundiyê re rû bi rû man çend heb ji aliyê dewletê ve tên parastin? Çima erk û rola Peymana Stenbolê naxin meriyetê. Wezareta we jinên mafê wan hatin binpêkirin, bi tecawizê re rû bi rû man doza wan dişopîne ya na?"