19 sal ceza li zilamê xwest bikuje hat birîn 2020-11-25 12:31:24   STENBOL - Daîreya Cezayê 1'emîn a Dadgeha Bilind, 19 sal cezayê girtîgehê yê li Sezaî Ozgur ê ku teqemeniya sexte bi binê erebeya Yelîz Ozgur ve kiribû hat birin, erê kir.     Daîreya Cezayê 1'emîn a Dadgeha Bilind, 19 sal cezayê girtîgehê yê li Sezaî Ozgur ê ku li navçeya Ereglî ya Zongûldakê teqemeniya sexte bi binê erebeya Yelîz Ozgur ve kiribû, hat birîn erê kir. Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Zongûldakê, ji bo Ozgur ê ku girtî hat darizandin, ji sûcê "Kuştina bi zanebûn" biryara beraetê da bû. Lê dadgehê di heman demê de, ji sûcê "bi çekê gef xwarin" 4 sal û ji sûcê "Bi awayekê bê destûr madeya teqemeniyê ligel xwe girtin" jî 5 sal, bi giştî 9 sal cezayê girtîgehê li Sezaî Ozgur birîbû.    Parêzerê gazindker, ev biryara dadgehê îtîraz kiribû. Dadgeha Edliyê ya Herêma Enqerê li ser îtîraza parêzer biryara dadgeha herêmê betal kir û biryar da ku Sezaî Ozgur ji nû ve bê dadgehkirin. Sezaî Ozgur ê ji nû ve hat darizandin, vê carê 19 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birin.