Li Bûrsayê 2 parêzer hatin binçavkirin 2020-11-25 12:19:20   BÛRSA - Li Bûrsayê, parêzer Cahît Kirkazak û Mehmet Denîz Buyuk di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.    Parêzer Cahît Kirkazak û Mehmet Denîz Buyuk, li Bûrsayê, di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Polîsan piştî lêgerînên di mal û ofîsên parêzeran de, ew binçav kirin û birin Qereqola Eskerî ya Bûrsayê. Hat hinbûn ku parêzer bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatine binçavkirin.