Karkerên li Gebzeyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2020-11-25 11:04:42   STENBOL – 109 karkerên ku bê tazminat ji kar hatibûn derxistin û bê pere wan derxistibûn destûrê û dema ku xwestibûn bimeşin Enqereyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Karkerên ku ji ber bûbûn endamê Sendîkaya Bîrleşîk Metal-Îşê ji kargehên Systemaîr, HSK, Ozer Elektrîk û Baldûrê bê tazmînat hatibûn avêtin û bê pere wan derxistibûn destûrê, duh xwestibûn ji Gebzeyê bimeşin Enqereyê. Polsian mudaxaleyî meşe kiribûn û 109 karkeran binçav kiribûn. Hemû karker duh di saetên şevê de piştî kontrolên xwe yên tenduristiyê hatin berdan.