Şeker: Dozger û dadger bi fezleketiyên li pêş xwe dilîzin 2020-11-25 10:26:35 AMED - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Parêzer Bunyamîn Şeker ê di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatibû binçavkirin û berdan, diyar kir ku dozger û dadger, beyî ku fezlekeyên polîs danîn pêşiya wan lêkolîn bikin dipejirînin û got: “Bi vî awayî ne dozger dozgeriyê dikin û ne jî dadger dadgeriyê dikin.”   Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi rêvebir de, di 20’ê Mijdarê de derbarê 101’an de biryara binçavkirinê da bû. Polîsên ku di vê çarçoveyê de bi awayekê hem wext bi ser gelek malan de girtin, 25 parêzer jî din av de 77 kes binçav kirin. Ji 77 kesan 5 kes hatin girtin û 72 kes jî hatin berdan. Lîsteya nav û telefonên parêzeran ên ji bo tevlîbûna hilbijartinên herêmî û giştî ya li KCD’ê hat dîtin û endamtiya Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHO) a bi KHK’ê hatibû girtin, weke hincet hat nîşandin. Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Bunyamîn Şeker ê hatibûn binçavkirin û berdan, operasyona li dijî KCD û binçavkirina parêzeran, ji ajansa me nirxandin.   ‘DEST DANÎN SER BÎLGÎSAYAR Û TELEFONAN’   Şeker, qala sedema binçavkirina xwe kir û wiha axivî: “Binçavkirina parêzeran trajik komîke. Polîsan di dema lêgerînê de, dest danîn ser pirtûkên 100 Saliya Apê Mûsa, Dogû Perînçek û girtekên hevdîtina Mehmet Alî Bîrand û Oral Çalişlar bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kiribûn. Dûre dema zanîn derbarê pirtûkan de biryara komkirinê tuneye, danîn. Heta min ji wan pirsa gelo hûn pirtûka Dogû Perînçek nakin delîlê ‘endamtiya rêxistinê’ kir. Lê dengê xwe nekirin. Pişte tenê dest danîn ser bîlgîsayar û telefona min.”   ‘DADGER PEYWIRA NOTERIYÊ DIKIN’   Şeker, diyar kir ku piştî Dadgeha Bilind cezayê li Hevseroka KCD’ê ya berê Aysel Tûglûk hat birîn erê kir û şûn de, dest bi îllegalîzekirina KCD’ê kirin û wiha pê de çû: “Lê Dadgeha Bilind derbarê îllegalîzekirina KCD’ê de tu biryarek ne daye. Rejîm dixwaze vê yekê bike. Dema ku em li hinceta vê operasyona dozger û dadger mêze dikin,  bi tu awayî dozger û dadger ev biryar lêkolîn nekirine. Tişta hatiye pêş wan tenê îmze kirine. Di vir de carek din derdikeve holê ku dozger û dadger tenê peywira noteriyê dikin. Ger meteryalên li KCD’ê hatibûna lêkolîn kirin, wê biryara binçavkirinê û operasyonê derne xistibana.”   ‘OPERASYON NE HIQÛQÎ BÛ’   Şeker, da zanîn ku operasyona li dijî KCD’ê siyasiye û wiha bilêv kir: “Kurd û hemû beşên civakî xwe di nava KCD’ê de bi rêxistin dikin. Di nava vê avakirin û rêxistibûyî de partiyên siyasî, kes, sazî û dezgehên rêxistinên civakî yên sîvîl hene. KCD, derbarê Qanûna Bingehîn, tundiya li dijî jinan, pirsgirêkên bajêr û krîza aborî de komxebatan li dar dixe. Ev xebat ji bo Tirkiyek demokratîk û azadîxwaze. Ji ber vê operasyonên li dijî KCD’ê ne hiqûqîne. Bi van operasyonan dixwazin rêxistinbûyîna kurdan û civakê asteng bikin.”   MA / Mehmet Şah Orûç - Tolga Guney