Girtîgeh elerm didin: Dixwazin tecrîda Îmraliyê belav bikin 2020-11-25 10:03:16 STENBOL – Parêzera OHD’ê Destîna Yildiz, diyar kir ku li Girtîgehan ji ber pêkanînên kêfî binpêkirinên mafan gihîştine astên micid got ku di girtîgehê de girtîgeh heye. Mehmet Acettîn jî diyar kir ku provaya belavbûna tecrîdê ya civakê tê kirin.   Li girtîgehan pêkanînên di bin navê “tevdîrên” vîrûsa koronayê de binpêkirinên mafên girtiyan derxistine asta herî bilind. Di vê pêvajoyê de hevdîtinên vekirî hatine betalkirin û hevdîtinên girtî ku heftê careke tên kirin jî derketina 2 hefteyan û bi 2 kesan ve hatine bisînorkirin. Ji bilî van gelek aktîvîteyên girtiyan hatine qedexekirin û nikarin pirtûk û rojnameyan bigirin.   Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Destîna Yildiz, Berdekvê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Mehmet Acettîn û Endamê Lîjneya Rêveberiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) Yuksel Gozde debarê binpêkirinên li girtîgehan axivîn.   ‘GIRTÎGEHA DI GIRTÎGEHÊ DE’   Destîna Yildiz a OHD’î ku bi girtiyen girtîgehên Herêma Marmarayê re hevdîtin kir, diyar kir ku girtî bi zextên micid re rû bi rû ne û wiha got: “Ji 2 mehan carekê pirtûkan didin girtiyan. Dîsa ji 2 mehan carekê qargo qebûl kirine. Di mehekê de qargoyên duyemîn ji yên şandine re hatine şandin. Name hatine windakirin. Nameyên bi kurdî bi menan tên sekinandin. Ji bo rûpelek wergerandina kurdî ji girtiyan 300-400 TL tê girtin. Rojnameyên muxalîf û kovaran nadin girtiyan. Ji bo dayîna kovaran abonetiyê li wa ferz dikin. Di hêla xwarin û tenduristiyê de jî pirsgirêk hene. Girtîgeha di girtîgehê de bi girtiyan didin jiyandin û mirinê li wan ferz dikin.”   ‘POLÎTÎKAYA BI ZANEBÛN HEYE’   Endama MATUHAY-DER’ê Yuksel Gozde jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ev tişt gotin: “Li girtîgehan têdawiyên bi sedan girtiyên nexweş tên astengkirin. Ji ber vê rewşa wan girantir dibe. Di pêvajoya pandemiyê de 21 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Desthilatê pandemiyê kiriye firsend û div ê derbarê de polîtîkayeke bi zanebûn heye. Li gel raporên nikarin li girtîgehê bimînin jÎ girtiyên nexweş nayên berdan. Rêbaza îşkenceya derûnî û zext hene. Ev rewş veguheriye îzolasyon û tecrîdê. Heman rewş li Îmraliyê jî heye. Heke pirsgirêka li wir çareser bibe dê Tirkiye bêhn bigire.”   ‘WEKE NEYAR TÊN DÎTİN’   Mehmet Acettîn ê ÎHD’î jî destnîşan kir ku ji ber binpekirinan malbatên girtiyan serî li wan didin û wiha axivî: “Serlêdanên malbatan zêde bûne. Di serî de dezenfekteye nadin girtiyan. Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin. Polîtîkayên demên dawîn dibin sedema mirina girtiyan. Bi çavên dijminan li girtiyan tê nêrin. Li girtîgehan provaya belavbûna tecrîdê ya civakê tê kirin.”   MA / Mehmet Aslan