Bi îdiaya ku 'tif kiriye' bi tawanbariya 'propgandaya rêxistinê' lêpirsîn dan destpêkirin! 2020-11-25 09:15:12 AMED - Rêveberê DBP’ê Îhsan Çapan, li ber avahiya HDP'ê ya Amedê bi êrişa kesên li ber avahiya partiyê rûniştine re rûbirû mabû û bi ser de jî hatibû binçavkirin. Parêzera Çapan, Hêlîn Çapan diyar kir ku dozger peywîra xwe baş bi cih neaniye û wê îtiraz bikin.  Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Navçeya Farqîna Amedê Îhsan Çapan, bi îdîaya "Tif kiriye kesên li pêş avahiya HDP'ê rûniştine" hatibû binçavkirin. Çapan, piştî îfade da bi şertê kontrola edlî hat berdan. Çapan, li ber avahiya HDP'ê, bi êrişa Celîl Begdaş û Suleyman Aydin ên ku di konê li ber avahiya HDP'ê hatiye danîn de dimînin de, rû bi rû mabû.    Piştî êrîşê polîsan Çapan ji cihê bûyerê dûrxistin. Roja din (22'yê Mijdarê) Midûriyeta Polîsan a Farqînê bang li Çapan kir û xwest bê midûriyetê îfadeyê bide. Piştî Çapan çû Midûriyeta Polisan a Farqînê li wir polîsan ew binçav kirin. Polîsan bi îdîaya "Tif kiriye kesên li pêş avahiyê rûniştine" Çapan binçav kirin. Çapan, piştî li midûriyeta polîsan îfade da bi sucdariya "propaganda rêxistinê kiriye" ew sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî piştî li îfadeya Çapan guhdar kir, ew sewqî dadgehê kir û dadgehê jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derveyî welat ew serbest berda.    Parêzera Çapan, Hêlîn Çapan derbarê biryara dozger û dadger de axivî.   ‘DIJÎ HIQÛQÊ YE'   Parêzer Çapan, diyar kir ku sûcdariya ku bi awayekî adlî destpêkir nirxandina wê ya di çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Têrorê re (TMK) derveyî hiqûqê ye û wiha got: “Di bûyereke wisa de hewce bû li qerekolê îfadeya muwekîlê min girtibûya. Di bûyerên wisa de li gor çarçoveya karîneya masûmiyetê li gor sûc divê yekeya ku lê dinêre îfade were girtin. Ji bo ku we bibin TEM’ê divê sûcê we di çarçoveya TMK’ê de be û dozger lêpirsîneke wisa bide destpêkirin.”   ‘NAKOKÎ HEYE’   Çapan, da zanîn ku muwekîlê wê bi awayekî derveyî hiqûqê birine Şaxa TEM’ê û wiha axivî: “Derbarê muwekîlê min de îfadeya 3 kesan hebû û îfadeyên wan bi nakok bûn. Kesa ku ewilî îfade daye dibêje ‘min nedît ku tif kiriye, lê ez gilî dikim’ , gilîdara din jî ewil dibêje ‘dema ket avahiyê tif kir’ lê di îfadeya duyemîn de dibêje ‘dema ji avahiyê derket tif kir’. Di vir de nakokî heye.”   TENÊ PIRSA ‘TE TIF KIR?’   Çapan, destnîşan kir ku ji ber îfadeyên hatine dayîn ne mimkun e ku derbarê welatiyekî de bi ‘propagandaya rêxistina terorê’ lêpirsîn bê destpêkirin û got: “Di îfadeya muwekîlê min de tenê pirsa ‘te tif kir?’ kirin. Li ser vê yekê lêpirsîn dane destpêkirin. Tişta balkêş jî ew e ku dadgeh vê yekê makûl dibîne, biryara şerta kontrol a edlî û qedexeya derveyî welat dide.”    Çapan, anî ziman ku îdîayên derbarê muwekîlê wê de ne rast in, rûpoş li ber rûyê muwekîlê wê bûye û got: “Em ferz bikin ku muwekîlê min tif kiriye. Kesekî ku tif bike, ev bi çi awayî dibe ‘propagandaya rêxistinê'?"    WÊ SERÎ LI HSK’Ê BIDIN   Çapan, bilêv kir ku wê serî li Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çi hewce me em ê bikin. Ji ber ku ev tişta hatiye kirin tê wateya ku dozger peywîra xwe baş bi cih neaniye. Tiştekî ku nebûyî wekî propagandayê pêşkeş dike. Lê tişta ku divê dozger bikira, ew bû ku hemû delîlan kom bike. Jixwe hewldaneke ku tişta ne di aleyha muwekîlê min lê wekî di aleyha wî de nîşan bidin heye.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel