Ji ber têkiliya bi 'gurgebozan' re bertekên li hemberî Tirkiyeyê zêde dibin 2020-11-25 09:09:48 AMED – Komên bi navê "gurgeboz" tên zanîn û têkiliya wan bi deverên faşîst ên Tirkiyeyê re heye, ji aliyê welatên Ewropayê ve hatibûn qedexekirin. Pisporan ev yek nirxand û gotin, dê Tirkiye ji ber pêwendiya xwe ya bi van koman re hesab bide.  Welatên Ewropayê yeko yeko tevgera "gurgebozan" ku têkiliya wê bi hin deverên faşîst ên Tirkiyeyê re heye, qedexe dikin. Ewilî Awistiryayê di sala 2018'an de ev yek qedexe kiribû. Ev kom di meha Cotmehê de li Lyonê rîş biribûn ser Bîrdariya Qirkirina Ermeniyan û li ser bîrdariyê "RTE" û "Gurgeboz" nivîsandibûn. Piştî bê Fransayê jî qedexekirina vê tevgerê xist rojeva xwe û di 3'yê Mijdarê de biryara qedexekirinê girt. Her wiha piştî Fransayê, Meclîsa Federal a Almanyayê jî pêşnûmaya derbarê van komên nîjadperest de qebûl kir. Herî dawî jî ev yek bû rojeva parlementoya Hollandayê. Parlementoyê xwest liv û tevgerên vê pergala faşîst ên lêkolînkirin û qedexekirin.    KÊR GIHAŞTIYE HESTÎ   Hîndekarê Zanîngeha Atînayê Dr. Cengîz Aktar, anî ziman ku ji bo Ewropayê êdî kêr gihaştiye hestî. Aktar, diyar kir ku ev tevger nexasim li Almanyayê rasterast gefan li muxalifên Tirkiyeyî dixwin û got: "Bi rihetî dadikevin kuçeyan û xwepêşandanan dikin. Ji kesî natirsin. Bi cureteke mezin tevdigerin. Mirov dikare ji vê re bibêje cureta cahilan. Li Fransayê êrîş birin ser ermeniyên ku xwestin meseleya Qerebaxê bi awayekî aştiyane bê çareserkirin. Dibe ku seranserê Ewropayê vê tevgerê qedexe bike."    Aktar, diyar kir ku peyvên "Tirkiye û Erdogan, êdî li ber çavê raya giştî ya Ewropayê peyvine neyînî ne" û got: "Ev peyv wekî prisgirêk û wekî meseleyek xedar tên fêmkirin. Lê belê niha deynê krediyê, deynekî mezin ê Almanya û welatên Ewropayê li Tirkiyeyê ye. Lewma niha ne bawerim di vî warî de îqtidra bê tawanbarkirin. Mirov divê li Almanyayê binêre. Em dizanin kêfa Merkelê ji Erdogan re tê. Heger pêşnûma di Meclîsê re derbas bibe, dê hikûmeta alman mecbûr bimîne ku dîtina xwe ya derbarê Tirkiyeyê de di ber çavan re derbas bike."    'XIRTÛMA NEFESÊ YA ÎQTIDARÊ XTIMÎ'    Nivîskar Baskin Oran jî diyar kir kU ewropa ne wekî Tirkiyeyê ye ku her tim protestoyan qedexe bike, lê belê di salên dawî de ji ber ku Tirkiye pêr zêde ji edet derxistiye, êdî Ewropa têkiliyên wê yên li Ewropayê tamûl nake. Oran got: "Niha xirtûmeke nefesê ya îqtidarê xitimiye. Hele jî di serdemeke ku dibêjin dê 'reformê' bikin de. A rast îqtidar wê ewilî ji bo vê yekê îdia bike ku Ewropa ne demokrat e. Lê belê dê ev pir dirêj dewam neke. Ji lewra îqtidara me piştî behsa reformê kir bi rojekê hiqûqê herimand û maf û azadî hîn bêtir qedexe kirin."    Her wiha Oran, bal kişand êrîşa li ser bîryardariya ermeniyan û nivîsên li ser bîrdariyê ku "gurgebozan" peyvên wekî "RTE" û "Gurgeboz" nivîsandibûn Oran, destnîşan kir ku ev yek ji bo "gurgebozan" xwekuştin e û got, îqtidar dê di bara raya giştî ya Ewropa û hikûmetên wan de fatûreyeke giran bide.    MA / Tolga Guney