Nûçegihanê me birin Erziromê 2020-11-24 21:44:13   WAN- Nûçegihanê me Dîndar Karataş ku îro li Wanê hatibû binçavkirin, ji bo îfadeyê birin Erziromê.    Îro danê sibehê polîsan li Wanê avêtibû ser mala nûçegihanê ajansa me Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîndar arataş û ew binçavkiribûn. Polîsan ji bo îfadeyê Karataş birin Erziromê.    Hat hînbûn ku derbarê Karataş de ji bo 4 rojan biryara binçavgirtinê hatiye girtin.   Îro danê sibehê gava polîsan avêtibû ser mala Karataş, piştî malê vê carê jî avêtibûn ser buroya ajansa me û di avêtin ser buroyê de dest danîbûn ser du laptop û 3 hardîskên komputeran.