161 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane 2020-11-24 20:00:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 161 mirovên din mirin û 7 hezar û 381 mirov jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 161 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 7 hezar û 381 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 12 hezar û 672 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 460 hezar û 916.