Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin 2020-11-24 16:35:14   BEDLÎS - Li Bedlîsê, di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.    Polîsan li navenda Bedlîsê, di saetên serê sibê de bi wayekê hemwext bi ser gelek malan de girtin. Piştî serdegirtin û lêgerîna di malan de, Orhan Dûrak, Ejder Yoldaş, Ergîn Savaş, Îmdat Tokmak û Huseyîn Goktaş hatin binçavkirin. 5 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.