Bulent Arinç li ser medya civakî îstîfaya xwe ragihand 2020-11-24 16:24:17   ENQERE – Endamê Desteya Şêwreya Bilind a Serokkomariyê Bulent Arinç li ser Twîtterê ragihand ku ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye.    Endamê Desteya Şêwreya Bilind a Serokkomariyê Bulent Arinç li ser Twitterê bi metnekê eşkere kir ku ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye. Bulent Arinç di metna xwe de dibêje ku gotinên wî yên derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala de bûne cihê nîqaşê. Arinç anî ziman ku wî îstîfaya xwe pêşkêşî Serokkomar Tayyîp Erdogan kiriye û Erdogan jî pejirandiye û pişt re îstîfa kiriye.    Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê derbarê îstîfaya Arinç de daxuyanî da û ragihand ku Bulent Arinç îstîfaya xwe pêşkêşî Erdogan kiriye û Erdogan jî îstîfayê qebûl kiriye.    Arinç di bernameyek televîzyonê de dewama girtina Demîrtaş û Kavala rexne kiribû. Serokkomar Erdogan jî bertek nîşanî Arinç dabû.