Dadgehê cezayê giran li 8 kesan birî 2020-11-24 15:41:37 MÊRDÎN – Dadgehê cezayê giran li 8 welatiyên di serdema qedexeya derketina derve ya li Dêrikê de hatibûn girtin birî.    Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di mijdar û kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di dema qedexeyê de 8 siyasetmedarên kurd hatibûn girt. Danişîna biryarê ya doza van siyasetmedaran li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Girtî ji girtîgehê lê girtîbûn bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parêzerên wan li danişînê amade bûn. Dozger biryara xwe eşkere kir xwest siyasetmedarên kurd werin cezakirin.    Dadgehê ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” 12 sal ceza li Aladîn Ecer birî, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal û 6 meh û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh ceza da Gebar Denlî, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 12 sal ceza li Suphi Soylemez birî.    Dadgehê her wiha bi îdiayên “dabeşkirina dewletê” cezayên heta hetayê yên giran li Bariş Aksin, Dogan Ozbahçecî, Firat Ozdemîr, Mehmet Ejder Tûr û Serhat Dûrsûn birî.    Dadgehê xwest her 8 kes jî girtî bimînin.