Polîsan 4 kes li Kolana Yukselê binçav kirin 2018-01-15 14:26:41 ENQERE – Çalakiya Kolana Yukselê di roja 433'an de berdewam kir. Polîsan dîsa mudaxaleyî çalakgeran kirin û 4 kes binçavkirin.  Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" di roja 433'an de berdewam kir. Nuriye Gulmen û Semih Ozakça 313 rojan çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin. Çalakgerên ku li Kolana Yukselê kom bûn xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyê bidin. Koma ku li Kolana Konurê kom bûn, beriya daxuyaniyê bidin çapemeniyê rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan mudaxaleyî çalakgeran kir û 4 kes binçav kirin.