Darizandina parlamentera HDP'ê were nirxandin 2020-11-24 15:25:54 AMED – Dadgeha Cezayê G iran a 5’emîn a Amedê biryar girt ku piştî biryara AYM’ê ya ji bo doza Enîs Bereberoglû yê CHP’yî da, ji bo Feleknas Ûca ya Parlamentera HDP’ê binirxîne ka dê darizandina wê bidome an na.    Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ji bo Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglû ku tevî destnedayîna wî hebû jî dihat darizandin biryara binpêkirina maf da. Piştî vê biryara ji bo Berberoglû, awir zivirîn ser darizandinên parlamenterên HDP’ê. Di vê mijarê de cara yekem e biryarek hat girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê ji bo Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca ku bi îdiaya “endama rêxistinê ye” li gel destnedayîna wê heye jî tê darizandin, biryar da ku darizandina wê bidome an nedome binirxîne.