Girtiyê nexweş ê emeliyatkirî bi ranzayê ve kelepçe kirin 2018-01-15 14:07:01 ÎZMÎR - Li Girtîgeha Hejmara 3 a Tîpa T a Şakranê, girtiyê nexweş Hasîp Gun ê piştî krîza dil derbas kir û şûn de ji dilê xwe hat emeliyat kirin, bi ranzayê  ve hat kelepçekirin.  Li Girtîgeha Hejmara 3’yemîn a Tîpa T a Şakranê, girtiyê nexweş Hasîp Gun ê 53 salî ku 24 sale girtiye piştî krîza dil derbas kir û şûn de li Nexweşxaneya Dewletê ya Çîglî ji dilê xwe hat emeliyatkirin. Gun piştî emeliyatê, di odeya kirin bin çavdêriyê de bi ranzayê  ve hatkelepçekirin. Li gorî malbata Gun agahiyên ji bişkan girtin, divê Gun di qadek paqij de bê girtin. Bijîşk, diyar kir ku ger neyê derman kirin, dê ev yek  talokeya jinê bi xwe re bîne.    'LI GIRTÎGEHÊ NEXWEŞ KET'   Hevjînê Hasîp Gun, Medîne  Gun, diyar kir ku rayedarên girtîgehê li wê geriyane û ji wê re gotine hevjînê te rakirin nexweşxanê û wiha axivî: “Dest pêkê hevjînê min bi ringê dibin nexweşxanê, dûrê  bi ambulansê sewq dikin. Hevjînê min di 8’emîn meha sala 1994’an li Erzîncanê hat girtin, ewil birin Erzirûmê, ji wir jî bi dûrê birin Enqerê, Konya, Bolu û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Hejmara 3’yemîn a Tîpa T a Şakranê hat kirin. Li girtîgehê nexweşiya dil bi hevjînê min re çêbû.”    ‘ME NÊZÎ WÎ NAKIN’    Gun, anî ziman ku bijîşkan gotin rewşa hevjînê de lezgîne û wiha got: “Herî dawî gava me wî dît, hîna şopa pansuman û bandan paqij nekiribûn. Em nêzî wî nedikirin. Divê hevjînê min heya du mehan di qadeke paqij de bimîne. Ger li hevjînê min neyê mêze kirin, rîska mirinê dê derbikeve holê. Bijîşk got ‘min ji sedî 25 wî xelas kir. Lê ger biçe girtîgehê ne mimkûne ku bijî.’”   ‘BI NIVÎNAN DE HAT KELEPÇEKIRIN'   Gun, da zanîn ku li ber serê hevjînê we 6 leşkerên nobedar hene û wiha bi dawî kir: “Bi nivînan ve kelepçekirine. Ji cihê xwe nikare bilive û kelepçe kiriye. Hîna em dengê wî  jî nebihîstiye. Kesekê nexweş ê nû hatî emeliyat kirin, gelo bi nivînan ve tên kelepçekirin?”