Rêxistinên rojnamegeran Rojnamegerên Kurd her dem dibin hedef 2020-11-24 14:35:19 STENBOL - Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirina nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Dîndar Karataş û serdegirtina buroya MA'yê dan û gotin: "Kurdan wekî dijminê daîm dibînin. Ji ber vê yekê Rojnamegerên Kurd her dem dibin hedef."   Polîsan serê sibê li Wanê bi ser mala Rojnameger û Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Dindar Karataş de girtin û binçav kirin. Piştre bi ser buroya MA'yê ya Wanê de girtin. Polîsan laptopa Karataş û nameyên ku ji girtîgehê hatibûn desteser kirin. Disa li buroyê 3 harddisk û laptop desteser kirin. Polîsan piştî lêgerînê ji bo amûrê desteser kiribûn girtek girtin û herî dawî destê Rojnameger Karataş li pişt wî kelepçe kirin û binçav kirin. Li dijî binçavkirina Karataş û serdegirtina Buroya me ya MA'yê rêxistinên rojnamegeran bertekên xwe anîn ziman.    DURMUŞ: KURDAN WEKÎ DIJMİNÊ DAÎMÎ DIBÎNIN    Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, anî ziman ku di her serdemê de dijminê îqtidarê tên guhertin, lê Kurd her dem dijmin tên dîtin. Kurdan wekî dijminê daîmî dibinin. Ji ber vê yekê Kurd û Rojnamegerên Kurd her dem dijmin têne dîtin û dikin hedefa xwe. Naxwazin polîtikayên wan ên li dijî zagonan bê aşkerekirin. Ji ber rojnamegerên Kurd rastiya wan aşkere dikin bêtir li ser rojnamegerên Kurd zextan zêde dikin. Cewherê vî karê rojnamegeriyê jî ewe ku rastiyan ronî bike ye. Ji ber rojnameger nûçeyan çêdikin tên binçavkirin. Bi ser buroyan de digirin. Îqtîdar qala reformê dike, lê li aliyê din rojnameger tên binçavkirin. Îqtîdar li gorî xwe reformê pêş dixe. Bi vê binçavkirinê dixwazin ku rojnameger rastiyan nenivîsin. Dixwazin li gorî daxwaza wan binivîsin. Nêzî 10 salin ev îqtîdar heman politîkayan dimeşîne."    ALTAN: EM Ê HER DEM LI PEY HEQÎQETÊ BIN   Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) Serdar Altan, jî anî ziman ku îqtîdar herî zêde serî li binçavkirin û girtina rojnamegeran dide û wiha got: "Ev polîtîka li dijî kesên muxalif tê meşandin. Li dijî rojnamegerên serbixwe û muxalif ev polîtîka tên kirin. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê yên ku rastiyan dinivîsin û dişopînin çend rojnameger tenê mane. Niha bi van binçavkirin û girtinan dixwazin wan jî bêdeng bikin. Îqtîdara AKP'ê dixwaze civakek ker û kor ava bike. Ji ber vê yekê naxwaze tiştek bê dîtin û bihîstin. Berxwedana çapemeniya Kurd ji bo hikûmetê wekî gef tê dîtin. Medyaü Kurd ji kevneşopiyekê hatiye. Ev kevneşopiya berxwedêr e. Di demek nêzîk de Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya (MA) hatin girtin. Herî dawî hempîşeyê me vê serê sibê li malê hat binçavkirin û polîsan bi ser buroyê de girtin. Lê Medya Kurd bi zext, tundî, binçavkirin û girtinan dest ji nivîsandina rastiyan bernade û tê her tim şopdarê heqîqetê be. Her tem heqîqetê binivîse."    OK: DEWLET DITIRSE   Hev Edîtorê Komeleya Xebata Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok ji anî ziman ku li Wanê 2 welatî ji aliyê eskeran ve ji helikopterê hat avêtin û wiha got: "Rojnamegerên ev yek nivîsandin û ronî kirin tên binçavkirin û girtin. Niha ev binçavkirin û zext didomin. Ji ber ku rojnameger dewletê ditirsînin. Rojnamegerên ku polîtîka, çalakî û planên wan ên li dijî hiqûqê, nelirêtiyê aşkere dike, dewletê ditirsînke. Eger rojnamegeran nûçeya welatiyên ji helikopterê hatin avêtin newaşndina em fêr nedibûn. Bi girtina wan mafê welatiyan ê sûdê ji agahiyan bigirin hat binpêkirin."    EREN: DEREWÊN MEZIN DIKIN   Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapxaneyan (Basın-İŞ) Faruk Eren jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Roj bi roj zext zêde dibin. Îqtîdar yên ne alîgirê wê be zextên xwe li ser wan zêde dike. Ajansa ku nûçegîhanê wê rastiya 2 welatiyên ji helikopterê avêtin ronî kir, girtin. Em ê li dijî van zextan rastiyan binivîsin. Ronî bikin. Em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Armanc û erka me ewe ku em her dem rastiyan ronî bikin û binivîsin. Gel ronî bikin. Bi derewên pir mezin welat bi rêve dibin. Rojnameger dê vana ronî bike. Rojnamegerên heqîqetê dinivîsin dibin hedef."    EVÎN: EV ZEXT LI DIJÎ KURDAN E   Rojnameger Mehveş Evîn jî bertek nîşanî binçavkirin û serdegirtina buroya MA ya Wanê û binçavkirina Karataş da û wiha got: “Di vê pêvajoya ku dîsa qala reforma darazê, demokrasî û hiqûqê dikin de hempîşeyên me tên binçavkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Ez bawer dikim ev binçavkirin û zext siyasî ne. Li dijî Kurdan e. Ev ne tenê ji ber rojnamegeran rastî ronî kiriye. Di heman demê de polîtikaya demdirêj e. Bi binçavkirinan mafê gel ê agahiyê binpê dikin. Ji ber ku êdî nikarin welat bi rêve bibin tundiyê pêş dixin."