Dayikên Şemiyê: Dev ji reforman berdin edliyan ji edaletê re vekin 2020-11-24 14:12:42 STENBOL – Dayikên Şemiyê yên di hefteya çalakiya xwe ya 700’î de bi tundiya polîsan û binçavkirinê re rûbirû man û doz li wan hat vekirin wiha gotin: “Bi reformên xwe yên qaşo me egle nekin. Deriyên edliyeyan ji edaletê re vekin.”     Dayikên Şemiyê di hefteya çalakiya 700’î de xwestin li Meydana Galatasarayê kom bibin. Polîsan mudaxileyî çalakiyê kiribû û Dayikên Şemiyê, rêveberên ÎHD’ê jî di nav de 46 kes hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên wan hatibûn girtin hatibûn berdan. Derbarê 46 kesan doz piştî du salan doz hat vekirin. Dadgeha Cezayê Asliye ya 21’emîn a Çaglayana Stenbolê doznameyê qebûl kir. Dayikên Şemiyê têkildarî doza hatiye vekirin li ser hesabên Medya Civakî daxuyanî dan.    ‘DERIYAN JI EDALETÊ RE VEKIN’    Daxuyaniyê parêzer Jiyan Tosûn a bavê wê Fehmî Tosûn di binçavan de hat windakirin xwend. Tosûn doza hat vekirin şermezar kir û got: “Ji roja destpêkê heta niha Dayikên Şemiyê bi tundiyên giran re rûbirû mane.” Tosûn bang li Serokkomar Erdogan û Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir û got: “Bi reformên xwe yên qaşo me egle nekin. Deriyên edliyeyan ji edaletê re vekin. Êdî dengê qîrîna me ya edaletê bibihîzin.”    ‘DAXWAZA EDALETÊ NE SÛC E’    Pişt re Serpîl Taşkaya ya keça Huseyîn Taşkaya yê di binçavan de hat windakirin jî da zanîn ku dem û dewranên dirêj in ew li bavê wê digerin û ji bo lêgerîna windayan û daxwaza edaletê ne sûc e.    ‘DIXWAZIN SER SÛCÊ XWE BIGIRIN’    Alî Ocak ê keke Hasan Ocak jî ku di binçavan de hat windakirin destnîşan kir ku ew mafên xwe yên demokratîk bikar tînin û tên astengkirin û got: “Dewlet dixwaze bi astengkirina çalakiyên Dayikên Şemiyê sûcê ku kiriye veşêre. Lê ew her me bixin ber lêpirsînan û dozan jî li me vekin, em ê daxwaza xwe ya edaletê bidomînin.”    SÛC DIKIN    Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Sebla Arcan jî anî ziman ku tişta ku li dijî Dayikên Şemiyê pêk anîne sûcek mezin e û ew ê her daxwaza edaletê bikin û mafên xwe bi kar bînin.    DÊ LI GEL DAYIKAN BIN    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkodgan jî diyar kir ku polîsan hêza dewletê bikar aniye û çalakiya hefteya 700’î ya Dayikên Şemiyê asteng kiriye û doza ku piştî du zalan hatiye vekirin ecêb e û ew ê wek parêzvanên mafê mirovan li gel dayikên xwe berxwedana xwe bidomînin.    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê û parêzera malbatên windayan Gulseren Yolerî jî da zanîn ku êrişa li dijî hefteya 700’î êrişa li dijî lêgerîna heqîqet û edaletê ye û bang li her kesî kir ku deng bidin dengê Dayikên Şemiyê û xwedî li daxwaza wan derkevin.