'Min tevî kelepçeyê nimêj kir' 2020-11-24 12:43:05 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu, rapora girtîgehan aşkere kir û diyar kir ku li dijî şewba vîrûsê tedbîr nayên girtin. Gergerlioglu, di raporê de bal kişand ser rewşa Fatma Yurt a girtî û anî ziman ku di nameyê de gotiye "9 saetan destê min kelepçe kirin. Birçî û tî ez hiştim. Min nibêj jî tevî kelepçeyê kir."     Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeli û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Omer Faruk Gergerlîoglu, rapora meha cotmehê ya der bare girtîgehan û mafên sewalan de amade kir û bi raya giştî re parve kir.    BINPÊKIRINÊN MAFAN EN LI GIRTÎGEHAN   Gergerlîoglu, li gorî nameyên ku ji girtîgehan gihiştin destê wî rapor amade kir û binpêkirinên li girtîgehan wiha rêz kir:     * Xaltîka Fatma Yurt bi qasî qatîl ceza lê hatiye birîn. Gotiye "Milê min ê derizi kelepçe kirine. Dema min îtiraz kir gotin 'Kural wisa ye' 9 saetan destê min kelepçe kirin. Birçî û tî ez hiştim. Min nibêj jî tevî kelepçeyê kir." Ji ber Kur'an  fêr kiriye li ser îfadeya şahid 8 sal û 1 meh ceza lê hatiye birîn.    * Pirtûka Azadiya Ramanê ku serokê AYM'ê Zuhtu Arslan jî nivîskarê wê ye, bi hinceta bi saqince ye, nedan Girtîgeha Jinan a Amedê. Spîkerê TRT'ê yê 45 mehin girtî ye Hamza Gunerîgok name şandiye: "Li gel ku cezayê dadgeha herêmî li min biriye qediya yejî ez nayêm berdan. Sedema wê jî cezayekî min ê hêj nehatiye erêkirin e."    * 17 siyasetmedarên HDP'î bi hinceta çalakiyên Kobanê hatin girtin. 17 kesên hatin girtin şandin Girtigeha Sîncanê ku bûyerên şewba Covît-19 lê zêde ye. Parlamenterê HDP'ê yê berê Altan Tan û endamê Heyeta Îmraliyê Sırrı Süreyya Onder, Gulfer Akkaya bi şertên kontrola edlî hatin berdan.b    * Girtiyê ji Efrînê Muhammed Emîr ê li Girtîgeha Tipa E ya Elbistana Mereşê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.    * Li girtîgehean pêkanînên 12'ê îlonê û qedexeya nameyên Kurdî berdewam kir. Ji bo wergera rûpelekê 400 tl dixwazin. Dema bi zimanê zikmakî name dinivîsin nadin girtiyan.    * Li Girtîgeha Hêjmar 4 a Sîlîvrî nexweşi pir zêde bûye. Ne test tê kirin û ne jî derman didin. Li kawîşê 38 kes hene. Derfetên mesafeya fîzîki tune.    * Li Girtîgeha Bunyan  a Kayseriyê maddeyên paqijiyê nadin girtiyan. Heta rewşa girtiyan pir giran nebe wan nabe nexweşxaneyê. Hucreyên karantîna têr nakin.