Li Şemrexê rageşiya DEDAŞ'ê: Polîsan bi gaza îsotê mudaxile kir 2020-11-24 12:37:38   MÊRDÎN - Li navçeya Şemrexê, di rageşiya DEDAŞ'ê de, polîsan bi ava şid û gaza îsotê mudaxileyî welatiyan kir.    Dabeşiya Ceyranê ya Dîcle AŞ. (DEDAŞ) li Taxa Kayalar a girêdayî navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, dest bi xebatên jimêrekên ceyranê yên welatiyan bi dîrekan ve bikin, kir. Karmendên DEDAŞ'ê bi polîs û maşiyên zirxîre ketin taxê. Niştecihên taxê bertek nîşanî vê rewşê dan. Welatiyên li ser Cadeya Gazî kom bûn, xwestin karmendên DEDAŞ'ê ji taxa wan derketin. Polîsan li ser vê yekê bi ava şid û gaza îsotê mudaxileyî welatiyan kirin. Gelek welatî ji gazê bi bandor bûn. Bertekên li dijî DEDAŞ'ê yên li taxê û rageşiya dest pê kir dewam dikin.