Di doza Dînk de dozger ji bo biryarê wext xwest 2020-11-24 12:08:32   STENBOL – Di danişîna doza kuştina rojnamevan Hrant Dînk de dozger ji bo biryarê wext xwest.    Danişîna doza karmendên cemaweriyê yên ji kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk li Dadgeha Cezayê Giran a 14’emîn a Edliya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. 4 jê girtî 76 bersûc ji dozê tên darizandin. Ramazan Akyurek û Alî Fûat Yilmazer ên girtî tên darizandin mazeret nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn û Reşat Altay û Alî Oz jî di nav de 5 bersûcên ne negirtî tên darizandin di danişînê de amade bûn.    Serokê Dadgehê Akin Gurlek diyar kir ku wan biryar ango mutalaya danişîna beriya vê ji dozger xwestine nehatiye û daxwazan wergirt.    Dozger jî ji bo mutalayê wext xwest. Dadger ji bo wext dem da aliyan û danişînê taloqî 15’ê kanûnê kir.