Ûca banga parastina Şengalê kir: Dixwazin fermana 75’emîn pêk bînin 2020-11-24 12:00:35 ENQERE – Hevberdevka Têkiliyên Karên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku şandina leşkerên Iraqê ji bo Şengalê êrişa li dijî vîna gelê Şengalê ye û got: “Dixwazin fermana 75’emîn bînin serê gelê Şengalê. Bi siberoja gelê Şengalê dileyîzin.”    Di çarçoveya “Peymana Şengalê” ya di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin, duh Iraqê 10 hezar leşkere xwe veguhezand Şengalê. Piştî sewqiyata leşkerî Şengal hat dorpêçkirin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyaniyek nivîskî weşand û banga parastina Şengalê kir.    Hevberdevka Têkiliyên Derve ya HDP’ê û Parlamentera Êzidî Feleknas Ûca êrişa DAIŞ’ê ya di tebaxa 2014’an de a li dijî Şengalê bibîr xist û got: “Hêzên pêşmerge paş de vekişiyan. Civaka êzidî bi tenê hat hiştin. Yên civaka êzidî bi tenê hiştin, îro dixwazin fermanek din bînin serê Şengalê.”    HIŞYARIYA FERMANA 75’EMÎN   Ûca bi bîr xist ku di êrişa DAIŞ2ê de bi hezaran êzidî dîl hatin girtin û got: “Hêj aqûbeta 2 hezar û 900 jinên êzdiî nayê zanîn. Xelkê êzidî bi hêza xwe ew der ji êrişan parast. Jiyanek nû ava kir. Hêza xweparastina xwe ava kir. Îro bi vê ‘Peymanê’ ve dixwazin fermana 75’emîn bînin serê Şengalê.”    ‘BIRYAR SIYASÎ YE’    Ûca destnîşan kir ku “Peyman”a di navbera PDK’ê û Bexdayê de hatiye îmzekirin li ser xwesteka Tirkiyê û bi desteka Amerîkayê pêk hatiye û got: “Niha hawîrdora Şengalê ji aliyê leşkerên Iraqê ve hatiye dorpêçkirin. Di navbera Şengal û Rojava de dorpêçek heye. Ev biryara hatiye girtin biryarek siyasî ye. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê ku nikaribûn bi fermana 74’an êzidiyan tune bikin niha îro jî dixwazin bi fermana 75’emîn fermanê pêk bînin. Bi vê ‘Peymanê’ vîna civaka êzidî tune tê hesibandin. Dixwazin êzidiyan ji Şengalê derxin. Iraqê di 2014’an de Şengalê neparast û bi êrişên DAIŞ’ê re rûbirû hişt. Xelkê êzidî û şervanên azadiyê bi berxwedanek dîrokî parastin xelkê kirin. Bi dorpêçkirina Şengalê ku ji bo êzidiyan cihek pîroz e, dixwazin têkiliya navbera Şengalê û Rojava qût bikin. Şengal û xelkê xwe bi dorpêçek û talûkeyek mezin re rûbirû ye.”    ‘BÊDENG NEMÎNIN’    Ûca anî ziman ku bêdengiya li dijî êrişên li ser Şengalê tê maneya ku ji fermanek nû re bêdengî heye û vê bangê kir: “Ez bang li partiyên siyasî hemû, diaspora Kurd û hêzên navneteweyî dikim. Pêwîste tu kes li dijî fermanek nû bêdeng nemîne. Heke Şengal were valakirin dê parçeyek Kurdistanê vala bibe. Ji bo parastina Şengalê çi ji destê me were em ê bikin. Bila kes nebe sebeba fermana 75’emîn. Çeteyên DAIŞ’ê nikaribûn xelkê êzidî tune bikin, îro jî bi peymana di navbera PDK û Bexdayê de jî wê êzidî tune nebin. Xelkê êzidî 74 ferman serî netewand wê îro jî serî netewîne.”    MA / Bêrîvan Altan