Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin 2020-11-24 11:29:00 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîp F a Ewlehiya Bilind girtî ye Raziye Turgut, Serbay Koklu, Rezan Sarica û Îbrahîm Bîlmez  ji bo ku sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, piştî 8 salan di 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019’an de, li gel miwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, herî dawî di 23'yê Îlonê de bi hinceta “Nexşerêya” Ocalan a ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, heya 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kir.