Qeyûm dibin xizmeta avahiya AKP'ê de ye! 2020-11-24 11:18:36   AMED - Hat diyar kirin ku karker û wesayîtên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya dibin rêveberiya qeyûm de ye, di restorekirina avahiya nû ya Serokatiya AKP'ê ya Navçeya Sûrê de tên xebitandin.       Serokatiya AKP'ê ya Navçeya Sûr a Amed, derbasî avahiya xwe ya nû ya li Cadeya Înonu ya li Taxa Camî Nebî ya Sûrê bû. Hat diyar kirin ku karker û wesayîtên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) ya dibin rêveberiya qeyûm de ye, di restorekirina avahiya de, tên xebitandin. Di wêneyên li pêş avahiya AKP'ê ya navçeyê hat kişandin de jî, xuya dike ku karkerên şaredariyê di avahiyê de tên xebitandin.