Polîsan di serdegirtina buroya me de dest danîn ser komputeran 2020-11-24 11:04:37 WAN - Polîsên piştî binçavkirina nûçegihanê me Dîndar Karataş ên bi ser Buroya ajnasa me ya Wanê de girtin, dest danîn ser komputera û herdîskên di buroyê de.  Polîsan piştî binçavkirina nûçegihanê me Dîndar Karataş bi ser Buroya Ajansa Mezopotamya (MA) ya Wanê de girtin. Polîsên girêdayî Şaxa TEM'ê, li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Erziromê û di çarçoveya biryara 1'emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Wanê de, bi nûçegihanê me Karataş ê dibin çavan de re hatin buroyê û lêgerîn kirin.     ROJNAMEGER PAŞVE KEÇEPÇE KIRIN   Polîsan piştî lêgerînê, dest danîn ser komputera laptop a rojnameger Karataş bi kar di anî, nameyên ji girtîgehan hatibûn şandin, 3 harddîsk û komputerên laptopê yên ajansa me. Polîsan piştî lêgerînê girtekên dest danîn ser meteryalên teknîkî girtin, destê rojnameger Karataş paşve kelepçe kirin û ji buroya me veqetiyan.      SERDEGIRTINA DUYEMÎN   Di 11’ê îlonê de jî polîsan bi ser malên nûçegihanên me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNews’ê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala de girtibûN û ji ber nûçeyên derbarê Servet Tûrgût û Osman Şîban ên ji helîkoptêrê hatibûn avêtin çêkiribûn, hatibûn binçavkirin û girtin. Di heman demê de polîsan di 11’ê îlonê de dîsa bi ser Ofîsa Ajansa me ya Wanê de girtibûn û dest danîbûn ser alavên teknîkî.