Kuştina apê wî yê berî 11 salan bi bîr xist û gef lê xwar 2020-11-24 10:41:56 NAVENDA NÛÇEYAN – Bikarhênerê hesabekî medya civakî yê anonim ku girêdayî rêxistinên paramîlîter e, bi Hazim Olmez re ket nîqaşê û nasnameya wî îfşa kir û apê wî Necman Olmez ku di sala 2009’an de li Elkê bi Ferhat Edîş re hatibû kuştin bi bîr xist û gef lê xwar.    Dewlet ji salên 1990’yî ve ji bo tepisandina pirsgirêka kurd her dem serî li rêxistinên paramîlîter dide. Tabûra Efeyan, Tîma Bayrak û Tîma Xençerê ji van rêxistinen paramîlîter ên ku tên zanînin…Van rêxistinan gundan şewitandin, înfazên bêdaraz pêk anîn, cinayetan pêkanîn û bi bazirganiya hişbirê xeracê girtine. Piştî ku bi “plana çokşikandinê” pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015’an de hat bidawîkirin, seri lê polîtîkayên tundî hat dayîn. Tê texmînkirin ku piştî vê pêvajoyê ev rêxistin careke din ketine dewrê.    Beriya çend rojan di nîqaşeke ku li ser medya înternetê di navbera 2 hesabên medya înternetê de hat kirin de derbarê cinayeteke ku di sala 2019’an de li navçeya Elkê ya Şirnexê pêk hatibû û 2 kes têde hatibûn kuştin agahiyên girîng cih girtin.    Niqaşên di navbera rûmuzê “Karasakal” ê hesabê @bureauofeconomy bikar tîne û kesê ji aliyê derdorê ve bi rumûzê “Azad Olmez” tê zanîn Hazim Olmez  peyamên taybet hatin parvekirin. Di vê niqaşê de bikarîner “Karasakal” der barê malbata bikarîner “Azad Olmez” got “Navê wî yê rastîn Hazım Olmez. Birayê wî, Ferhat, gerilla. Bûne Leş. Hazim jî endamekî dewletê ye. Baş e em hatin avêtin. : )”, “Wekî din jî ez li Elkê hindik nemam." “Ez mamê wî yê di sala 2009'an de hat kuştin nas dikim. Dunya biçûk e."    "Karasakal" anî ziman ku li Elkê maye û agahiyên nasnameya wî kesên pêre niqaş kir parve kir. Ew kesê ku Karasakal jêre got “Ez mamê wî yê di sala 2009'an de gule berdan serê wî û kuştin nas dikim", di 25'ê Tîrmeha 2009'an de li gel Ferhat Ediş  hat kuştin Necman Olmez e.    Endamên DTP'ê Necman Olmez û Ferhat Edîş, di 25'ê tirmehê de li Navçeya Elkê ya Şirnexê hatibûn qetilkirin. Têkildarî bûyera qetilkirina Olmez û Edîş, piştî qeyda deng a aîdî endamê "Tîma Xençer" û kiryarê bûyerê Zekî Akdogan derket holê, derbarê bûyerê de agahiyên nû derketin. Piştî telefonên Edîş û Olmez ên ji hêla Akdogan hatibûn hildan ji hêla hevsera wî ve hatin, firotin mijar derketibû holê û li Navçeya Golpazarî ya Bîlecîkê Akdogan hatibû binçavkirin. Hate îdîakirin ku ji ber Akdogan li leşkeriyê rastî gefên kuştinê hatiye, bûyer avêtiye ser bavê hevsera xwe û xizmên wê û zarokê bi navê M.Y. yê 16 salî ku eleqeya wan bi bûyerê re nîne. Li aliyê din ku di qeyda deng de Akdogan dibêje "Min wesayîta Edîş û Olmez, beyî lepik ajotiye jî" rê li ber pirsên din vekir. Ji ber ku piştî buyerê birayê Edîş, Nîhat Edîş, bi israr xwestibû li wesayitî şopên tiliyan bên girtin, lê ji aliyê dozgeriyê bi hinceta "Qoltix deriyê" lêgerîna şopên tiliyan nekiribû. Li gel bi hêsanî dikaribûn li ser derî, dîreksiyon û vîtesan lêgerîna şopa tiliyan bê çêkirin jî, nekirina lêgirînê pirsên gelo, "Tê xwestin kujer bên veşêrin" tîne hişê mirov.     Piştî bûyerê hevalekî Endamê "Tîma Xençer" Zekî Akdogan, bi awayekî veşarî têkildarî bûyerê bi Akdogan re sohbetê dike û dengê wî tomar dike. Di vê qeyda hate bidestxistin de gelek agahiyên bûyerê zelal dikin derdikevin holê. Di tomara dengê Endamê "Tîma Xençer" Zekî Akdogan, ku piştî bûyerê hate girtin û niha li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê girtî ye, hemû aliyên bûyera qetilkirina endamên DTP'ê Olmez û Edîş ronî dibin. Di tomara deng de, kî, çawa, çima Olmez û Edîş qetilkirine û piştî wê plansaziyên wan çibû hemû cih digire. Li gorî agahiyên tomarê, hat gotin ku ji ber Olmez û Edîş di sala 2008'an de beşdarî ROJ Tv bibûn û diyar kiribûn ku fermandarekî Qereqola Çeman gef li wan xwariye dosya wan a kuştinê hatibû amadekirin û fermana kuştina wan ji aliyê Qereqola Çeman ve hatibû dayîn. Piştî bûyerê birayê Ferhat Edîş Nîhat Edîş jî, ji DÎHA'yê re axivîbû û diyar kiribû ku di sala 2008'an de birayê wî ji aliyê Serdarê Qereqola Çemanê Çoşkun û Serbaz Qereqolê Sinan ve rastî gefên mirinê hatibû.   'Di tomara dengê Akdogan de hate gotin ku dosya kuştina Olmez û Edîş a ji aliyê Qereqola Çeman ve hatibû amadekirin û dema Olmez û Edîş roja Mihrîcana Berxir a Elkê diçûn elkê di rêde bi rayedarekî Qereqola Çeman re niqaş kirine û piştî niqaşê leşkerê rayedar gotiye "Hûn biçin hûn dê bibînin". Akdogan, dibêje piştre rayedarên qereqolê farmana kuştina Edîş û Olmez daye wan. Akdogan, di tomara deng de dibêje ku di nava tîmê ji 15 kesan pêk tê 4 endamê eşîra Babat ku niha cerdevanin û 4 kes jî ji Mala Beyrê hene û rêbertiya tîm dikin. Akdogan di tomara deng de têkildarî qetilkirina Olmez û Edîş wiha dibêje: "Me çar kes li Derê Avê danîn. Me kesek jî ji bo çavdêriyê li ber dîrekê şebekeyê danî. Em 10 kes çûn cihê ku em bûyerê pêk bînin. Ez bi telefonê bi wan re axivîm min got 'Dema hûn hatin erebeya xwe li Dûvê Botê bisekinînin û derkevin jor, 100 - 145 karê me hene werin ez bifroşim we' Piştre hatin û min bi gotina 'Hûn bi xêr hatine' pêşwazi kirin. Piştre em li bin darê rûniştin. Ciqare û kola jî anîbûn. Me hinekî sohbet kir. Gotin 'ka kar li kune?' Min jî got 'li pişta zinarin diçêrin' wan jî got 'Ka çenteyê we li kune?' Min jî got 'Şivanan bi xwe rebirine' Westiyabûn. Yekî xwe dirêj kir. Bawerim bê xew bûn. Min dît ku wê ji me têkevin şikê min agahî da hevalê xwe. 3 kes hatin. Ketin şikê. Yekî li hevalê min nerî û got 'Ev çi çekek xweşik e. Ez dikarim lê binerim?'. Lê hevalê min çeka xwe nedayê. Armanca wî çek bi dest bixistaya. Armanca me fam kiribû. Min çav da hevalê xwe û Hevalê me bi hevre gule berdan wan. Deng ji yekî derneket, yê din rabû ser xwe û bimere şer kir. Gelekî gir bû. Me tevan bi kêran êrîşî wî kir. Ket xwar. Piştre me ew daxistin xwar û bi keviran serê wan perçe kirin. Piştre jî me qirş û qal avêt ser wan. Piştre dolmîş hat û hevalên me li dolmîşê suwar bûn û çûn. Piştre kesên li Derê Avê jî xistin dolmîşê û çûn. Ji min re gotin wesatiya wan bavêje dolê. Piştre ez jî çûm li wesatiya wan suyar bûm û min bi tirs ajot. Ji ber ku ez bi lez çûm erebeyê vîraj derbas nekir û ket newolê. Piştre min çeka xwe girt û ez ji wir dûrketim."     Akdogan di tomara deng de diyar kir ku wan dê li Gundê Pîrozhanê bûyerên din çêkira û wiha dom kir: "Piştî bûyerê ez hatim Gundê Pîrozhanê. Me dê bûyerên din çêkira. Min got hîn ev bûyer nû ye baş nabe. Min got bi me bihisin baş nabe. Di vegerê de em çêkin. Biştre bi lez û bez ez çûm nava rezan, dol û dol çûm Pirozhanê. Ji bo em şik û gumanan çênekin, ez ji aliyê din ve ketin nava gund. Di ketina gund de min Sabramoglu Huseyîn dît. Ez sekinîm ku biçe. Piştî ew çû ez ketim nava gund. Min derdor guhdar kir. Min dît ku bûyer hatiye bihîstin." Di tomar deng ya Akdogan de bûyer ji aliyê kê ve hatiye kirin, çima kirine û koma ji 15 kesan pêk tê çawa şopa xwe winda kirine hemû tişt bi awayekî aşkera derdikeve holê. Tomara deng wiha ye:   Zekî Akdogan: Yanî min ev bûyer kir û veşart. Riha tu kesî hajê nebû. Lewma dewlet li gel me ye. Çimkî agahiya yên din jê tuneye.   A.A.: Ez dê pirsekê ji te bikim, lê bila tu guman, an jî tirs nekeve dilê te. Ya min tenê meraqe. Ma sucê van her du mirovan çi bû? Ma xayîn bûn, an ji bo pere bû? An jî sucê wan yên din hebûn? Z.A. : Na na ji bo pere ne, fermana wan ya mirin 2 sal berê hatibû dayîn yanî dosyaya wan 2 sal berê hatibû amadekirin. Lewma her du jî ji partiyê bûn. Biryarê wi ji bo ROJ TV axiftinbû û derheqê fermandarekî Qerqola Çemanê de axiftibû. Behsa gefan filan kiribû. Yek jî ev her du dema ku roja Bexbirê sibê diçine Berxbirê bi Fermandarê Qerqola Çemanê niqaş kiribûn. Fermandarî gotibû wan neçin Bexbirê. Wan jî gotibû em dê biçin. Li ser vê yekê Fermandarî gefa 'Dema ku hûn biçin hûn dê bibînin' li wan xwari bû. Ev jî çûnbûn. Piştre jî agahi hate dê vê bûyerê bikin. A.A.: Yanî agahiya dewletê jê hebû? Z. A.: Erê erê ma agahiya dewletê pê nabe? A.A: Lewma me digot dewlet bixwaze dê telefonana guhdar biki û bi awayekî lezgînî bûyerê çareserbike. Teqez agahiya delwetê jê hebû. A.A.: Pişter hevalên te çûn kîrê. Ma çûne qerqolê? Z.A.: Ew çûne Derê Avê û bi koma dinre hatin cem hev û çûn. A.A.: Li noktaya kontrolê derbasî qerqolê bûn. Yanî dewlet kî kîjan saetê de li kuderê derbas bûye dizane. Dema ku wesayît ji nokteyên kontrolê derbas dibin tên qeyîdkirin. Z.A.: Agahiya dewletê pê heye. Me li berçava nagire. Di ekîba me de mirov heye. Dema ku nokteyên kontrolê de kaxizekê nîşan dide û em derbas dibin. Tu kes pirsa me nake û me ranawestîne. Mirovê li gelme yêke wisaye. A.A: Ma şopa tiliyên we di wesayîte de nama? Ma we destik bikar anîn? Z.A.: Na min tu tişt bikar neyna. Di demek kin min bikar anîn. Nizanim. A.A.: Yanî tu dibêjî agahiya dewletê pê hebû. Z:A. : Dema ku agahiya dewletê pê tunebe tu kes nikare bûyerên wisa bike..   MA / Omer Çelîk