Li bakurê Licê operasyona eskerî 2020-11-24 10:37:51 AMED - Li bakurê navçeya Licê, dest bi operasyona eskerî hat kirin.    Li qada Şehîd Remzî ya bakurê navçeya Licê ya Amedê, operasyona eskerî hat dest pê kirin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, di saetên serê sibê de, gelek helîkopter ji navenda navçeyê rabûn û ber bi herêma operasyonê ket rê.    Hat diyar kirin ku helîkopteran yekîneyên eskerî danîn herêmê û piştî danîna eskeran dest  bi  operasyoneke eskerî ya berfireh hat kirin.