Di doza ‘Na hîna ne qediyaye’ de dîmen ji ewlekariyê hat xwestin 2018-01-15 13:35:35 ÎZMÎR - Di doza darizandina 24 kesên encamên referanduma 16’ê Nîsana 2017’an şermezar kirin de, dedgehê dîmenên roja bûyerê ji Midûryeta Polîsan xwest.   3’yemîn danişîna doza 24 kesên bi hinceta encamên Referanduma 16’ê Nîsana 2017’an şermezar kirin û gotin “Na hîna neqediya ye” li 33’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Îzmîrê hat dîtin. Parêzer û hin  kesên dihat darizandin beşdarî dozê bûn. Di danişîna borî de parêzerê Recep Tayîp Erdogn Husiyîn Aydin jî beşdarî dozê bibû. Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.   DADGEHÊ DÎMEN XWESTIN   Şandeya dadgehê, biryar da ku kopyayên 1 CD û 3 DVD’iyan ji Midûrteyat Polîsan a Îzmîrê bê xwestin û beşdarî dosyayê bên bibin. Dadgehê danişîn taloqî 16’ê Nîsanê kir.