Rîham Hesen: Peymaneke bêyî vîna civaka êzidî ne tifaq e, xiyanet e 2020-11-24 09:18:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêvebera Tevna Alikariyê ya Jinên Êzidî Rîham Hesen  hevdîtina şandeya jinên êzidî ya bi Bexdayê re nirxand û got: "Heke Şengal bikeve destê PDK'ê wê bikeve destê Tirkiyê jî. Ger ku bi demokrasî û qanûnan re bin, ev peyman wê li îdareya dadgeha Şengalê bê nirxandin. Wê çaxê gelê Şengalê dikare vê peymanê nas bike. Lê peymaneke bêyî vîna civaka êzidî ne tifaq e, xiyanet e." Li dijî Peymana Şengalê ya ku di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin, gengeşî û aloziyê bi xwe re tîne. Li ser vê peymanê civîn û nirxandinên herêmê didomin. Herî dawî ji hêla şandeya jinên êzidî li Silemaniyê bi sazî û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî û şandeya din jî li Bexdayê bi sazî û partiyên siyasî re hevdîtin pêk tîne. Şandeya Jinên Êzidî yên ku berê xwe da Bexdayê bi Serokê Iraqê Mustafa El-Kadhîmî civîna ku 19 xalan pêk tê li dar xist. Rêvebera Tevna Alikariyê  ya Jinên Êzidî Rîham Hesen, der barê naveroka civîn û armanca Peymana Şengalê de ji Ajansa Mezopotamya( MA) re axivî.   'ÇALAKIYÊN ME ENCAM GIRTIN'   Rîham Hesen anî ziman ku nêrazîbûnên li dijî peymanê encam digirin û wiha axivî: "Bersiveke ewqas zelal nedan,l ê vîna me nas kirin. Me di vê hevdîtinê de jî anî ziman û me ji wan re got, em weke civaka Êzidî vê tifaqê red dikin û qebûl nakin. Dema ku jinên Êzidî ketin destê DAIŞ'ê de peymaneke wiha tunebû, çima îro pêdivî bi tifaqeke wisa çê dibe? Kesên ku wê çaxê gelê Êzidî bêxwedî hiştin çûn, çawa dibe îro qala parastina vê civakê dike? Me di vî warî de helwesta xwe nîşan da. Me weke rêxistin, sazî û dezgehên Şengalê di aliyê dîplomasiyê de ev tifaq û peyman red kir û qebûl nekir. Bi çalakiyên cûr bi cûr me nêrazîbûnên xwe yên li dijî vê tifaqê anîn ziman. Heta ku çalakiyên me encam negirin em ê nesekinin."    'DI CIVÎNÊ DE 19 XAL HATIN NÎQAŞKIRIN'   Hesen got kesên ku Şengal tenê hiştin û çûn  nikarin behsa vegera Şengalê bikin. Hesen diyar kir ku wan di her civîneke de helwesta xwe nîşan dan û wiha domand:" Herî dawî me li Bexdayê bi serokê Iraqê Mustafa El-Kadhîmî re civîn li dar xist. Di vê civînê de ji her civaka Êzidî kesek tevlî bû. Di pêşiya civînê de me rewş di navbera xwe de nîqaş kir. Piştî ku civîna bi Serokê Iraqê re hat erêkirin, em çûn Bexda yê. Heyeta me ji 26 kesan pêk dihat. Her yek  ji van jî civatek temsîl dikir. Em  li ser 19 xalan sekinîn û ev her 19 xal hatin nîqaşkirin. Daxwaziyên me hebûn û ev daxwaziye ji hikûmetê re hatin ragihandin. Xala yekem me got, ew tifaqa ku ne li gorî daxwaze gel be, em red dikin û qebûl nakin. Her wiha me got ger ku gelê Şengalê nikare xwe birêve bibe, wê çaxê hûn dikarin peymaneke wiha erê bikin û bikevin Şengalê. Me ji wan re raste rast got, wê çaxê kesên ku em bi tena serê xwe hiştin çûn, niha nikarin behsa vegerekî bikin. Ev 6 sal in hikûmeta Iraqê li hemberî Şengalê xwe bi berpirsyar nedît û bi berpirsyarî tevnegeriyan. Heta niha ji Şengalê re tiştek nekirine. Li Şengalê malên hilweşiyayî hene, jinên ku di DAIŞ'ê de hene. Heta niha hewledaneke hikûmeta Iraqê çênebû ku birînên Şengalê bên pêçan û başkirin. Heta niha hikûmetê ji civaka Êzidî re lêborînek nexwestiye. Ew kesên ku xiyanet li Şengalê kirin, nehatin cezakirin."   'EV NE TIFAQ E, BÊTIFAQÎ YE'   Hesen di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hikûmeta Iraq û PDK li gorî berjewendiyên Tirkiyê tevdigerin û wiha got: "Heger îro PDK dîsa vegere Şengalê bêgûman wê berdewamiya fermanê bê. Gelê herêmê jî wisa pênase dike. Em weke civaka Êzidî heta niha ji fermanan xelas nebûne. Heta ku vîna civaka Êzidî neyê qebûl kirin, wê kesek van hêzan nas neke. Ji ber çi PDK û hikûmeta Iraqê ewqas dixwaze bikeve Şengalê? Ji ber ku Tirkiyeyê gelek herêm wenda kirin. Yek ji van herêmên ku wenda kirin jî Şengalê. Niha jî dixwaze van cihan bi saya vê tifaqê bikeve Şengalê. Navbera malbata Barzaniyan bi Tirkiyê re gelek baş e û bi vî awayî dixwazin ku van têkiliyan bikar bînin û bikevin Şengalê. Herkes jî baş dizane ku ger Şengal kete destê PDK'ê wê bikeve destê Tirkiyeyê jî. Ji xwe ji ber wê jî Tirkiye piştgiriyê dide vê peymanê û tifaqê. Kesên ku vîna civaka Êzidî esas negirin, em jî dê wan esas negirin. Ger ku bi demokrasî û qanûnan re bin ev peyman wê li îdareya dadgeha Şengalê bê nirxandin. Wê çaxê gelê Şengalê dikare vê peymanê nas bike. Lê peymaneke bêyî vîna civaka Êzidî ne tifaq e, xiyanet e."   MA / Zeynep Dûrgût