Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz: Dixwazin bi tecrîdê pêşî li ber tifaqê bigirin 2020-11-24 09:15:19 AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku dê biryarên derbarê xebatên yekîtiya neteweyî yên ku tevî sazî û partiyên siyasî yên kurd girtne pêk bînin û got: "Bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê xwestin ku pêşî li ber tifaqa neteweyî bê girtin."  Meha borî li Amedê gelek partiyên siyasî û sazî ji bo yekîtiya neteweyî li hev kom bûbûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ku ew jî tevli vê civîna navbirî bûbû, anî ziman ku dê biryarên derbarê xebatên yekîtiya neteweyî tên di civînê de hatine girtin pêk bînin û bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.    BIRYAR DÊ PÊK BÊN    Aydenîz, diyar kir ku di hilbijartina serokomartiyê ya 2018'an de tevî gelek partiyên siyasî tifaqeke neteweyî çêkirine û ji wê rojê heya niha tevî 8 sazî û aprtiyên siyasî di vî warî de komcivînan çêdikin û dixebitin. Aydenîz, bilêv kir ku ji wê rojê heya niha yekîtiya neteweyî ji xwe re kirine armnac. Aydenîz, diyar kir ku xebatên yekîtiya neteweyî tenê ne xebatên sazî û partiyan e û got: Lewma di nav xwe de hin komîsyon ava kirine. Ji bo gel, rêxistinên civaka sivîl, jin û ciwan jî daxilî nav bibin me hin xebat dane destpêkirin û li ser vî asasî emê xwe bigihînin gel."     Aydenîz, diyar kir ku ji ber pandemiyê demeke dirêj xebat nehatine kirin, lê di 24'ê Cotmehê de li Amedê tevî partiyên siyasî li hev kom bûne û derbarê yekîtiya neteweyî de hin biryar girtin û got: "Em ê van biryaran yeko yeko pêk bînin. Me di civînê de biryardariya xwe bi awayekî zelal anî ziman. Me dev ji xebata tifaqa neteweyî bernedaye. Em baş dizanin ku tişta ku gel ji me dixwaze jî ev e."    Aydenîz, destnîşan kir ku tiştên li Rojava û Herêma Kurdistana Federe diqewimin, nîşan dane ku divê rojek berî rojekê rê û rêbaza tifaqa neteweyî bê çêkirin û got: "Biryarên ku me girtin em ê pêk bînin. Di salên dawî de gelê Tirkiyeyê bi êrîşên Tirkiyeyê û hêzên hegemonîk re rû bi rû mane. Ev yek jî ji ber ku kurd li Rojhilata Navîn bûne aktoreke siyasî û bûne cihê sînerjiyeke mezin, pêk tên. Kurd li Rojhilata Navîn ji bo gelan bûne rêyeke alternatîf û cihê hêviyê."     ‘JI BO DÎROK CAREKE DIN DUBARE NEBE'   Aydenîz, bilêv kir ku li herêmê û Ewropayê rewşenbîr, nivîskar û gel bang dikin ku divê bi yekîtiya neteweyî destkeftî bên parastin û yekîtî dorfirehtir bibe û got: "Em jî bi vê fikrê re ne. Kurd, ji bo dîrok careke din dubare nebe û xwestekên dewletên herêmî û dagirker pêk neyên, dixwaze yekîtiya neteweyî pêk bê. Em jî bi vê yekê re ne. Jixwe me helwesta xwe ya di vî warî de bi awayekî zelal bi çapemenî û aya giştî re parve kir. Me got, 'Destekftiyên gelê kurd armanca me ya sereke ye. Ji niha pê de jî tişta em bikin, pêkanîna van tişta ye."    ‘BI TECRÎDÊ DIXWAZIN PÊŞÎ LI BER TIFAQÊ BIGIRIN'    Aydenîz, destnîşan kir ku perspektîfa "Azadiya Kurdistanê, demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn e" ya Rêberê PKK'ê îşaret bi tifaqa neteweyî dike û got: "Berê Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û Serokê YNK'ê Celal Talabanî jî di nav de amadekariyên kongreya neteweyî hatibûn kirin. Têkiliyeke xurt di navbera tecrîda li ser Ocalan de û hevdîtinên yekîtiya neteweyî de heye. Tecrîda mutleq û pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ji Nîsana 2015'an ve didome. Bi vê re şer jî hatiye gurkirin. Ev polîtîkaya şerî rasterast têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Ji bo yekîtiya neteweyî pêk neyê, di tecrîdê de îsrar dikin. Aktorê sereke yên tifaqa navbera kurdan û bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd, Birêz Abdullah Ocalan e. Sedema domandina tecrîdê jî, ji bo ev mesele li ser asasên demokratîk neyê çareserkirin û bi mantiqa dagirkeriyê şerê bi kurdan re ye. Bi vî awayî, bi zêdekirina nakokî û provakasyonan dixwazin kurdan bera hev bidin. Heger zemînek çêbibe û Ocalan karibe fikrê xwe bibêje, ew jî baş dizanin dê aştiyeke cvakiyî pêk bê."    MA / Ergîn Çaglar