'Heger derbarê Peker de biryara beraetê nehata dayîn, dê Çakici nikaribûna gef bixwarana' 2020-11-24 09:07:09 STENBOL – Akademîsyenên aştiyê bibîr xistin ku sereke rêxistina sûcî ya organezeyî Sedat Peker gef li wan xwaribûn, lê belê cardin jî beraet kiribû û gotin, Alaattîn Çakici jî ji ber bêcezatiyê bi rihetî gefan dixwe.  Serekê rêxistinê sûcî ya organîzeyî Alaattîn Çakici çend roj berê li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal gef li Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû xwaribûn. PIştî vê cardin ew têkiliya dewlet-mafyayê ya di dema bûyera Sûsûrlûkê de derketibû holê anî bîra mirov.    PEKER BERAET KIR    Berê serekê rêxistina sûcî ya organîzeyî Sedat Peker gef li akadmîsyenên ku îmze danîbûn bin danezana "em ê nebin şirîkê vî sûcî" xwaribûn. Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya 20'an a Stenbolê gefên Peker di çaçroveya "azadiya fikr û ramanê" de esas girtibûn û derbarê Peker de biryara beraetê dabû.    SÛSÛRLÛKÊ BIBÎR XIST    Akademîsyena aştiyê Doç. Dr. Sîbel Ozbûdûn, anî ziman ku Çakici heqaret û gefên ku îqtidar dixwaze bibêje aniye zimên. Ozbûdûn, diyar kir ku mafyaya ku di salên 90'î de ji bo tasfiyekirina tevgera kurd derketibû holê niha cardin ketiye dewrê û got: "Têkiliya dewlet-mafyayê berê bi awayekî veşarî dihat kirin, lê belê niha bi awayekî aşker tê kirin. Mafya, xwe wekî dewlet dibîne. Tişta ecêb jî ên îqtidar radest kirine an xwe li bêdengiyê datînin an jî di ekranên televîzyonan de dikevin weziyeta Mehmet Metîner. Daraz jî ji xwe re li dûra lê mêze dike."    ÎFLASKIRINA DEWLETÊ    Ozbûdûn, gefên Çakici ku bi awayekî aşkere xwarine wekî "îflaskirina dewletê" nirxand û got: "Xeteke ku ji Abdûllah çatli digihê Peker û ji Peker digihê Çakici. Ev nîşan dide ku îqtidar nikare welêt bi rê ve bibe û her diçe rêveberya welêt dixe destê xirbendeyên mafyayî. Çawa me li Sûsûrlûkê bang kir û em qîriyan, niha jî divê em li ber vê ferasetê rabin û dengê xwe bilind bikin."    Her wiha Ozbûdûnê anî ziman ku Peker gef li wan xwaribû û got: "Heger wê rojê darazê peywira xwe bi cih bianiya, dê îro Çakici gef li serokê giştî yê partiya muxalefeta sereke nexwarana."    ENCAMA KRÎZA RÊVEBERIYÊ    Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê Erdal Gîlgîl ku ji Zanîngeha Akdenîzê hatiye îxrackirin jî anî ziman ku tê xwestin ku civak bi tkiliyên mafyatîk bê tepisandin û got: "Heger krîzeke rêveberiyî tune bûna, dê gefxwarin çênebûna. e dît ku partiya îqtidarê van gefxwarinan diparêze."    ÇARESERÎ SERDESTIYA HIQÛQÊ YE    Gîlgîl got: "Heger gefên duh li me hatin xwarin, di warê hiqûqî de biketana ber lêpirsînê, dê serokê giştî yê partiyekê jî bi van gefan re rû bi rû nemana. Çareserî, rêveberiya li ser asasên hiqûqê û di çaçroveya serdestiay hiqûqê de ye. Yan na, dê neçareserî û zimanê gefxwarinî her biçe zêdetir bibe."    MA / Nacî Kaya