Şaredariya Panosê ji bo jinên gundan Navenda Bêhnvedanê ya Jinan vekir 2020-11-23 16:53:45   AGIRÎ – Şaredariya Panosê ya HDP’ê ji bo jinên ku ji gundan tên navenda navçeyê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan vekir.    Miduriyeta Jinan a Şaredariya Panosê ya HDP’ê ji bo jinên ku ji gundan tên navenda navçeyê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan vekir. Ji bo vekirina navendê li navçeyê bernameyek hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Bajar Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Hevşaredara Panosê Muşerref Geçer û gelek kes tevlî bernameyê bûn.    ‘LI SER DAXWAZÊ HAT VEKIRIN’   Parlamenter Taşdemîr, di bernameyê de axaftinek kir û da zanîn ku li ser daxwaza jinan navend hatiye vekirin û wiha got: “Li gel van şert û zextan de şaredariya me xizmet baş derxistiye holê. Wê demên pêş de dê şaredariya me ji bo jinan xizmetên hê biheztir bike.”