MXDŞ’ê banga lezgîn kir: Şengal bi fermanek nû re rû bi rû ye 2020-11-23 16:13:49   NAVENDA NUÇEYAN - Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) banga lezgîn kir û got: "Şengal di bin metirsiya fermanek nû deye."    Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser rewşa dawî a Şengalê û pîlanên Iraqê ya li ser herêmê daxuyaniyek nivîskî weşand. MXDŞ’ê bang kir û got; “Divê tevahî hêz û aliyên siyasî ji bo parastina civaka Êzidî amade bin, ji ber ku Şengal di metirsiyê de ye.” MXDŞ, bi daxuyaniyek nivîskî balkêşa ser pîlanên qirêj yên li ser Şengalê. MXDŞ’ê bang li hemû hêzên azadîxwaz kir da ku rê li ber fermanek din a ser Êzidiyan bigrin, ji ber ku Şengal di metirsiyê deye.   Daxuyaniya MXDŞ’ê wiha ye;   “Piştî peyîmana 9’ê Cotmehê a li ser Şengalê di navbera serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û PDK’ê de her wiha bi çavdêriya NY’ê pêk hatî, ji wê demê heya roja me ya îro, gelê me li ser piyaye û dinava têkoşînê de ye. Bi hemû awayî gelê me li ber xwe dide û çalakiyên xwe bi awayek demokratiyane pêktîne. Nerazîbûna xwe û metrisya li ser xwe didin diyarkirin. Di aliyê din de rêveberiya me ji roja despêkê de gelek rêze hevdîtin bi hikûmet, kesayetî, hêzên leşkerî û partiyên Iraqê re pêkanî. Heya roja meya îro jî me xwestiye vê pisgirêka li ser Şengal bi diyalogê were çareser kirin, lê bi mixabin tişta tê dîtin dixwazin vê lihevkirina li ser Şengalê bicih bikin.   Ji bo vê jî amadekarî tê kirin 10’ hezar hêzên çekdar derbasî Şengalê bikin ,em di pirsin gelo ev hêz ji bo çine? Dema DAIŞ êrîşî Şengalê kir ev hêz li ku bûn, dema me li hemberî DAIŞ’ê şer dikir ev hêz li kuderê bûn? Niha pêwîstiya Şengalê bi tu hêzek leşkerî a ji derve nîne, ji ber hêza parastinê a Şengalê ku keç û xortên Êzdiyan pêk tê dikare Şengalê biparêze. Me li hemberî hemû êrîşên derve û hindir di çarçoveya parastina rewa da gel û destkefiyên gel parastine. Em bang li raya giştî dikin û dibêjin em naxwazin şer çêbibe. Lê emê lihemberî her êrişek a li ser destkefiyên gelê xewe, mafê  xweyê parastina rewa bikarbînin.   Meclîsê di daxuyaniyê de armanca ji vê peymanê wiha rave kir:   “1- Tunekirina îradeya xelkê Êzidî, têkbirina hêzên xweparastinê yên Êzidiyan. 2- Girtina Êzidiyên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirine. 3- Bi operasyonên li ser malan desteserkirina çekên xweparastinê yên şêniyên Şengalê. 4- Kontrolkirina rêyên navbera bajar, gund, komalgehan, danîna bendên kontrolê û astengkirina çûn û hatina şêniyan. 5- Li gel girtina sînorê Şengalê, dorpêçkirina warên pîroz Çêlmêra, Şêbilqasim Kiçil Laliî û hwd. Bicihkirina hêzên çekdar ên nenas li van herêman. 6- Bi vî rengî Erebên ku destek dan DAÎŞ, bûn sedema revandin, firotin û kuştina Êzidiyan li Şengalê bên vegerandin.”   Pêkaîna van xalan em wek fermana 75’an li ser Civaka Êzidî binav dikin . Niha Şengal û Gelê Êzidî  dibin metirsiya fermanek a dibin navê qanûnê de bê kirine.   Tiştê ku çeteyên DAIŞ’ê nekaribû li ser Şengalê pêk bînin, îro Iraq di bin navê ferzkirina qanûnê de dixwaze li ser Êzdiyan pêk bîne.   Ji bo rê li ber vê fermanê bê girtin, em bang li tevahiya hêz, aliyên siyasî, her çar parçeyên Kurdistan û gelê xwe dikin ji bo  parastina Şengalê û civaka Êzidî amadebin.”