Hêzên PDK’ê li herêma Metîna bendê ava dikin 2020-11-23 16:12:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên PDK’ê li derdora sêgoşeya gundê Birîfka yê li herêma Metînayê ku dikeve nava sînorên parêzgeha Duhokê bendeke nû ya kontrolê ava kiriye.     Li gorî nûçeya ANF’ê ku spartiye çavkaniyên herêmî, di destê sibehê de hêzên girêdayî PDK’ê bendeke nû ya kontrolê li sêgoşeya gundê Birîfka ava kir û li wir mifrezeyek bicih kirine. Lê heya vê gavê jî nehatiye zanîn ku ev xala kontrolê demkî ye yan jî mayînde ye. Di heman demê de balefirên keşfê yên bi çek û bêmirov ên Tirkiyeyê jî li ser herêmê digerin. Hat ragihandin hemû deverên ku hêzên PDK’ê lê bi cih dibin, liv û tevgera balefirên sîxurî yên Tirkiyeyê digerin. Heman çavkaniyan ragihandin ku ev benda hatiye danîn ji bo çavdêriya tevgera gerîllayan a li herêmê û ji bo bicihkirina teknîka pêwist e.   PDK’ê beriya niha jî gelek hêz şandibûn gundên Malkê, Dosteka, Gisê, Mamîşmîş, Girê Dînarte, Girê Merzîngan, Girê Navxoş, Girê, Difrî û gundê Asûriyekan û li herêma eşîreta Zêbarî dest bi çêkirina çeparan kiribûn. Çavkaniyên herêmê diyar kiribûn ku hêzên pêşmergeyan nexwestine biçin van herêman lewma çekdarên PDK'ê yên bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ne û wekî ‘hêzên taybet’ tên naskirin, ji 14’ê Cotmehê ve ji gundê Spîlka heta bi qada Barzanê bi cih bûne.