Îdîanameya tecawîzê ya li GGM’ê hat amadekirin 2020-11-23 15:03:53 WAN - Derbarê 2 erkdarên li Navenda Paşve Şandinê ya Kûrûbaş a li Wanê, tecawîzê jinekê îranî kiribûn de, bi sûcdariya “tecawîza bi wesf” îdîaname hat amadekirin.   Îdîanameya derbarê 2 erkdarên li Navenda Paşve Şandina (GGM) a Kûrûbaş ba li navçeya Artemêt a Wanê tecawîzî jinek îranî Z.N. kiribûn de hat amadekirin. Îdîaname 2 erkdarên GGM’ê Î.H.K. û Y.V. de bi sûcdariya “tecawîza bi wesf” hat amadekirin, ji aliyê 1’emîn Cezayê Giran a Dadgeha Wanê ve hat qebûlkirin.    Erkdarên ewlekariyê yên girtî tên darizandina, wê di 25’ê Mijdarê de derkevin pêşberî dadgehê.   ÎDÎANAME: RAPORAN PIŞTRAS DIKE   Di îdîanameya de, dîmenên vegotina Z.N. a hatibû tecawîzkirin û kefşên Saziya Tipa Edlî (ATK’ê hev digirin. Di dewama îdîanmeyê de, hat diyar kirin ku li gorî, vegotina gazindker, girteka cihê bûyer, rapora mûayeneyê ya gazinker, girteka teşhîsê, girtekên kameraya ewlekariyê, rapora krîmînal, rapora lêkolîna cihê bûyerê û îfadeyên şahidan piştrast dikin ku Y.V. tecawîzê jina bi navê Z.N. kiriye.      MA / Mujdat Can