Xwestin tundiya li ser jinan were lêkolînkirin 2020-11-23 14:55:32   ENQERE – Parlamenterên HDP’ê yên jin tundiya li ser jinan bi pêşniyazmenyên lêkolîn û pirsan birin rojeva Meclîsê û xwestin komkujiyên jinan werin lêkolînkirin.    Parlamenterên HDP’ê yên jin ji ber 25’ê Mijdarê Roja Tundiya Li Dijî Jinan tundiya li ser jinan zêde bûye bi pêşniyazên lêkolîn û pirsan birin rojeva Meclîsê. Berdevka HDP’ê Ebrû Guney, parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr û Zuleyha Gulum van pêşniyaznemeyên lêkolînê dan Meclîsê û parlamentera Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî pêşniyazpirsê da Meclîsê. Parlamenteran ji rayedar û wezîran xwest pêşî li tundî û kuştina jinan were girtin û ser vê yekê were lêkolînkirin.