Bernameya 25’ê Mijdarê ya Meclisa Jinan a HDP’ê 2020-11-23 14:34:54   ENQERE – Wê Meclisa Jinan a HDP’ê, di 25’ê Mijdarê de li gelek bajaran bi beşdariya parlamenterên jin meş li dar bixe.    Bernameya Meclisa Jinan a HDP’ê ya 25’ê Mijdarê diyar bû. Meclis, wê bi dûrişmeya “Em li dijî tundiya zilam û dewletê ditêkoşînê de ne” di 25’ê mijdarê de bi beşdariya paralementerên jin û rêxistinên jinan li gelek bajaran meş li dar bixe. Di vê çarçoveyê de wê meclis li Amed, Edene, Mersîn, Eskîşehîr, Enqere, Stenbol, Îzmîr, Kocaelî, Wan, Êlih, Mêrdînê meş pêk bîne û li Çewlikê jî şahiye li dar bixe.