Rojnamegerên jin: Divê pênûsên me têkoşîna jinan binivîsin 2020-11-23 14:12:01   STENBOL - Komîsyona Jinan û LGBTÎ+ ya TGS’ê, zimanê nêr ê medyayê ya li dijî jinan rexne kir û got: “Divê pênûsên me, klavyeyên me û objektîfên me ji bo mezinkirina têkoşîna jinan bên bi kar anîn.”    Komîsyona Jinan û LGBTÎ+ ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), derbaê zimanê nêr ê medyayê û Peymana Stenbolê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi ser navê “Em soz didin medyaya dijmimantiya jinê dike: Em ê dest ji peymanê bernedin” hat weşandin de, wiha hat gotin: “Peymana Stenbolê, ewlehî û ewlekariya hemû kesên rastû tundiyê tê ne.”    DIJMINANTIYA JINÊ   Komîsyonê, zimanê nêr ê medyayê ya li dijî jinan rexne kir û got: “Divê pênûsên me, klavyeyên me û objektîfên me ji bo mezinkirina têkoşîna jinan bên bi kar anîn. Em zimanê medyayê ya ku derbarê Peymana Stenbolê de bi kar tîne, weke şermê dinirxînin. Em weke rojnamegerên jin, zimanê nêr ê medyayê û helwesta wê ya tundiya jinê zêdetirkirin qebûl nakin. Em vê îtîraz dikin û li dijî vê di îsyanê de ne. Em ê rojnamegertiyê bikin û di vê pîşeyê de, nasnameya xwe jinê emê hebûna xwe ava bikin. Ji bo ku jin jî di medyayê de, dîtbar bibin, emê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”